Ciwan wê ber bi sînorê Kobanê ve bimeşin

Ciwanên pêngava "Xwedî Derkeve" dan destpêkirin, wê ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinar (Kobanê Serxet) ve bimeşin.

Ciwanên pêngava "Xwedî Derkeve" dan destpêkirin, wê ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinar (Kobanê Serxet) ve bimeşin.

Meclîsa Ciwanan a DBP’ê, bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku di çarçoveya pêngava “Xwedî  Derkeve” ya ciwanên Kurd 4’ê Nîsanê di meşa Amara de dan destpêkirin, wê sibe ji navenda Pirsûsê ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ve meşeke 10 kîlometreyan pêk bînin. Ji Meclîsa Ciwanan a DBP’ê Elîf Yildirim, behsa pêngava dane destpêkirin kir. Yek ji endama din a meclîsê Pinar Karataş jî diyar kir ku wek tevgera ciwanan bi şîara “Xwedî Derkeve” pêngaveke nû dane destpêkirin.

Elîf Yildirim a careke din mafê axaftinê wergirt got ku di çarçoveya pêngavê de wê sibe saet 11.00’an ji ber avahiya DBP’ê ya bajêr biçin Pirsûsê û saet 13.00’an ji navenda bajêr ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ve bimeşin. Yidirim banga tevlîbûnê li hemû ciwanan kir.