Civata Giştî ya KNK'ê cara 15. dicive

15. Civata Giştî ya KNK'ê di navbera rojên 25-27'ê Îlonê de li Brukselê dicive.

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar got, "Armanca me pêşvebirina KNK'ê ye. Em diwazin saziyeke ku Kurdistanî hemû di nav de cih digirin, biafirînin."

15. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di navbera rojên 25-27'ê Îlonê de li paytexta Belçîka Brukselê dicive. Di civata giştî ya KNK'ê de ku li gelek parzemînên cîhanê endamên xwe hene, wê pêvajoya Kurd tê de ne, pirsgirêkên yekîtiya neteweyî, bûyer û qewimînên li Rojhilata Navîn werin nirxandin û rêyên çareseriyê bên nîqaşkirin. Civata Giştî wê 3 rojan bidome û tê de Hevserokên Giştî, endamên Konseya Rêveber û Dîwana Mezin bên hilbijartin. Di vê kombûna civata giştî de wê 'desteyeke dîwana navberê' ya ji 50 kesan jî bê avakirin. Dîwana mezin wê salê du caran bicive û bikeve nava lêgerînên çareseriya pirsgirêka Kurd.

Di roja destpêkê ya kombûnê de wê nûnerên partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî biaxivin, peyamên xwe pêşkêş bikin. Tê payîn ku di vir de rêyên çareseriyê pirsgirêka Kurd û pirsgirêka yekîtiyê werin pêşkêşkirin. Di rojên duyemîn û sêyemîn ên kombûnê de wê rapora xebatê were xwendin, endam wê biaxivin, li ser rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş werin kirin û hilbijartin bê kirin.

AYDAR: KNK DIKARE VEGUHERE NAVENDA YEKÎTIYÊ

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar agahî da ANF'ê û anî ziman ku Kurd di demeke dîrokî re derbas dibe, ew jî di zemîneke bi vî rengî de kongreyê pêk tînin. Aydar got, "Em kongreya xwe di demeke ku li Kurdistanê têkoşîn û destketî hene de lidar dixin. Em di demeke welê de ne ku li qada navneteweyî derî li me vekirî ne. Li pêşiya KNK'ê du wezîfe hene; ya yekemîn dîplomasiya navxweyî, ya din jî dîplomasiya derve ye. Mijarên herî zêde nîqaş li ser bên kirin, ev in. Di roja îro de zemîna dîplomasiya devre gelekî pêşketî ye. Li Rojava şerek heye, di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî şer heye. Her wiha li Bakurê Kurdistanê şer û hilbijaritn hene. Li Rojhilat rewşeke ji teqînê re amade heye. KNK bi rojeva van hemû pirsgirêkan re, bi berpirsyariyeke mezin dicive."

Aydar diyar kir ku armanca wan ji her alî ve mezinkirina KNK'ê ye û got, "Em dixwazin di sala 17'an de KNK'ê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Dixwazin saziyeke ku Kurdistanî hemû di nav de cih digirin biafirînin. Ji ber ku dema yekîtî tê gotin, yekser KNK tê bîra mirovan. Ji KNK'ê baştir û pêşketîtir saziyeke din a Kurdan nîne. Dibe ku kêmasiyên xwe hebin, lê belê zemîn û platformeke girîng e. Eger hîn bêhtir were xurtkirin, dikare veguhere navenda yekîtiyê. Bi vê armancê tevdigere. KNK di roja Îro de ji bo yekîtiya neteweyî ya Kur platformeke baş e. Bila her kes vê bi vî rengî bibîne."