Çîrokek a Kurdistanê; Huseyîn

Çîrokek a Kurdistanê; Huseyîn

Çîroka gerîlayên HPG’ê Huseyîn Denktaş ê ku di pevçûnek li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da, hema bêje çîrokek a Kurdistnaê ye... Gava endamek ê çapemeniya azad bû, ji ber îşkenceyê diranên wî şkestin, piştre tevî cêwiyê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo teslîm nebe, bombe bi xwe ve teqand.

19’ê cotmehê, li nêzî gundê Dêzê yê navenda Colemêrgê di pevçûna di navbera gerîlayan û polîsên tîmên taybet de jiyana xwe ji dest da. Di vê pevçûnê de hevî Amîrê Tevgera Taybet, 8 polîs hatin kuştin û 3 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dan.

Yek ji van gerîlayan, gerîla Huseyîn Denktaş ê bi nasnavê Azad Mûnzûr ê ji navçeya Sirûca Rihayê bû.

HPG’ê da zanîn ku gerîla Denktaş, di dema pevçûnê de birîndar bûye û ji bo teslîm nebe, bombe bi xwe ve teqand û jiyana xwe ji det da.

Bi kurtî, çîroka Denktaş, hemû kiryarên ku dewleta Tirk tîne serê ciwanên Kurd tîne ber çavên mirov.

Huseyîn Denktaş sala 1985’ê li navçeya Sirûca Rihayê ji dayik bû. Mablbata wê ji ber zext û zora leşkerên Tirk neçar dimîne ku ji gundê xwe koçberê Dîlokê bibe.

Malbata Denktaş li Dîlokê ji zextên dewleta Tirk rizgar nabe. Huseyîn Denktaş sala 2000’yê, ji ber ku di çapemeniya azad de dixebitî, hate binçavkirin, girtin û li rastî îşkenceyên giran hat. Di îşkenceyê de diranên Huseyîn şkestin. Di sala 2000 de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Piştî ku Huseyîn tevlî refên gerîlayan dibe, birayê wî Osman Denktaş jî ji doza PKK’ê hate girtin û avêtin girtîgehê. Piştî ku Osman avêtin girtîgehê, cêwiyê Huseyin sala 2006’an bi îdîaya endamê PKK’ê ye hate girtin û piştî ku derket, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

MAMÊN WAN GIRTIYE

Mamên Huseyin Huseyin, Mahmût û Muhîttîn jî çend meh berê, piştî çalakiya fedayi ya gerîlayên HPG’ê li dijî Midûriyeta Emniyeta Pinarbaşi ya Qeyseriyê pêk anîn, bi îdîaya têkiliya wan bi vê bûyerê re heye, hatin girtin. Bavê Huseyîn bi dehan car hate binçavkirin, girtin û hat îşkencekirin.