'Cihgirtina li nava vê pêngava bi rûmet wezîfeya her ciwanekî Kurd e'

Saziya Gaziyên Kurdistanê li Ewropayê bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de daxuyaniyek weşand û got, "Cihgirtina li nava pêngaveke ewçend bi rûmet, wezîfeya her ciwanekî Kurd e."

Saziya Gaziyên Kurdistanê li Ewropayê bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de daxuyaniyek weşand û got, "Cihgirtina li nava pêngaveke ewçend bi rûmet, wezîfeya her ciwanekî Kurd e."

Saziya Gaziyên Kurdistanê li Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Pêngava 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, hemû hevrêyên berxwedêr, gelê Kurdistanê yê li dijî her şêwe zext û zilmê li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide û tevahiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn pîroz be."

Saziya Gaziyên Kurdistanê di kesayetiya fermandarê mezin ê 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr anî û got, "Komkujiyên dewleta Tirk a faşîst ên di salên 1990'î de li dijî gelê Kurd hatin kirin, tên zanîn. Bi şewitandina bi hezaran Kurdan û koçberkirina bi deh hezaran mirovan re hatiye xwestin ku mirovên me bên qedandin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hemû komkujî, êrîş û zext li hemberû ruhê berxwedanê yê 15'ê Tebaxê têk çûne û hat gotin, "Ji bo pûçkirina hewldanên Rêber Apo yê bi sebreke mezin dixwaze di navbera gelan de aştiyê biafirîne, AKP'ê polîtîkayên nû yên bi xwîn û li derveyî mirovahiyê xistiye meriyetê. Li hemberî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê şerekî nû yê bi xwîn hatiye destpêkirin. Eger difikirin ku bi van zextan re wê encamekê bi dest bixin, xwe dixapînin.

Di rewşeke ku ti tiştekî me tinebû de vê tevgerê Pêngava 15'ê Tebaxê derxist holê, gihand vê rojê û bêyî derengmayîneke kêliyekê jî, her bi pêş ve çû. Ji niha û pê ve jî wê ruhê 15'ê Tebaxê her tim mezin bibe. Ji bo pêşîgirtina li destketiyên li Rojavayê Kurdistanê, AKP û dewleta Tirk destekê dide dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê û êrîş dike.

Di wê baweriyê de ne ku wê bi vî rengî pêşî li projeya aştî û biratiya gelên Rojhilata Navîn a partiya me PKK'ê bigirin. Lewma bi qasî ku ji destê wan tê destekê didin DAIŞ'ê. Lê belê nikarîbûn li hemberî ruhê 15'ê Tebaxê bi pêş ve biçin, eger ruhê 15'ê Tebaxê nebûya, ti hêzê nikarîbû Kurdan li Şengalê, li Kobanê rizgar bike. Eger ruhê 15'ê Tebaxê nebûya, ti hêzê îro nikarîbû Rojava biparasta. Ji ber vê yekê yên ji me dixwazin ku em dest ji çekê berdin, bila beriya her tiştî vê yekê bibînin.

Yê ku li dijî dijminê mirovahiyê bi ser ket û rûmeta mirovahiyê rizgar kir partiya me PKK ye. Bi vî rengî careke din îspat bû ku 15'ê Tebaxê ji bo mirovahiyê pêngaveke.

Cihgirtina li nava pêngaveke bi vî rengî ya azad û bi rûmet, wezîfeya her ciwanekî Kurd e. Ji ber vê yekê di serî de ciwanên Kurdistanê em bang li hemû mirovahiya nirxên însanî diparêzin dikin, ku bi ruhê 15'ê Tebaxê cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigirin."