“Bûyîna sedema mirina mirovekî, bûyîna sedema hemû mirovan e. Tirkiye îro rêbertiya dilpakî û fazîleta cîhana ku wijdanê mirovahiyê wenda kiriye dike. Bawer bin ku îro mirovahî li me dimeyzîne, li Tirkiyeyê dimeyzîne, em bi her tişên xwe ve di rojeva cîhanê ne.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya salekê di êvara 21’ê tebaxê de li ser fitarê van gotinan gotibû. Erdogan rast gotibû, dê hemû cîhan li Tirkiyeyê bimeyzandiba, lê ne bi hêvî, dê bi hêrs û kînê li Tirkiyeyê bimeyzanda. Tirkiye dê careke din bihata rojeva cîhanê, lê ne bi dilpakî û fazîletê, dê bi komkujiyê bihata rojevê… Hema çend saet beriya van axaftinên Erdogan li devera Kortek a Qendîlê, komkujiyek pêk hat, di encamê de tevî şîrmijek (bebek) 7 mehî, 7 kesên sivîl hatin qetilkirin.
Piştî Necdet Ozel ê ku di nava Kurdan de weke “Necdet Kîmyewî” tê naskirin, anîn ser Serfermandariya Giştî ya Artêşê, dewleta Tirk dîsa serî li rêbazekî yê tê zanîn da. Bi armanca PKK’ê ji holê rake, li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşa hewayî da destpêkirin. Her çiqas Serfermandarê Giştî îdîa bike ku, di êrîşan de 90-100 gêrîlayên PKK’ê hatin kuştin jî, gund dihatin bombebarankirin, gef li ewlekariya canê sivîlan dihat kirin. Di êrîşê de malek bi erdê re bû yek, şansê malbatan hebû ku beriya bombebaranê ji malê derketibûn, ji ber wê windahiyên can çênebûn.
MALBATEK TUNE BÛ
Êrîşên ku di 17’ê Tebaxa 2011’an dest pê kirin, di roja 5’mîn de vegerî komkujiyê. Balefirên şer wesayîtekî sivîl ya li ser rêya Kortek-Ranyayê nêzî gundê Bolê hedef girt û perçe perçe kir.
4 zarok bi giştî 7 sivîlên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ji heman malbatê bûn:
Bav Huseyîn Mustefa,
Dayîk Mêr Mam Kak,
Rezan Huseyîn ya 34 salî
Zaroka 11 salî Zana Huseyîn
Oskar Huseyîn ya 10 salî
Sonya Şemal ya 4 salî
Û Solîna 7 mehî
Gelê Qendîlê, 4 zarokên ku hêjan firsenda naskirina jiyanê nedîtibûn, jina ducanî Rêzan Huseyîn Mustefa, dayîk Mer Hacî Mam û Hesen Mustefa perçeyên wan kom kirin û spartin axê. Ji bo merasimê ne tenê ji Ranyayê hatin, bi hezaran kes ji her derê Başûrê Kurdistanê hatin.
LI BAŞÛR YEKEM CAR ÇALAKIYÊN MERTALÊN ZINDÎ
Komkujî bû sedemê înfîalek mezin. Di serî de li Başûrê Kurdistanê li hemû derên Kurd lê dijî protestoyên girseyî çêbûn.
Planên dewleta Tirk yên ku gêrîla û gel ji hev qut bike, herêmê bêmirov bike negirt. Çawa ku gelê Başûrê Kurdistanê terkkirina xaka xwe red kir, çalakiyek yekem pêk anî û ber bi Herêmên Parastina Medya çalakiyeka Mertalên Zindî da destpêkirin.
Ji Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr, Zaxo, Germiyan û li gelek deverên din ku piraniya wan ciwanbûn bi hezaran kes, ji bo bedena xwe li dijî operasyona bikin sîper ketin rêyan. Çalakvanên Mertalên Zindî gelek caran ji aliyê hêzên asayîşa Hikumeta Başûr ve hatin astengkirin, ciwanên ku rastî êrîşê hatin, hatin binçavkirin lê belê dest ji meşa xwe bernedan. Çalakiyekî hemwext li Bakûrê Kurdistanê jî hate destpêkirin. Di pêşengtiya Dayîkên Aştiyê de bi deh hezaran kes ji 16 bajaran hatin ber bi Deriyê Sînor yê Xabûrê ve meşiyan û êşa malbata Hesen parvekirin.
Ji ber berteka gel Parlementoya Başûrê Kurdistanê jî kete tevgerê. Di rûniştina awarte bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê hate kirin ku, “Tirkiyeyê bibe Dîwana Edaletê ya Laheyê.” Rêxistina Eûoyê jî rayedarên Tirkiyeyê vexwendin ku di derbarê bûyerê de lêkolînekî adil û serbixwe veke.
ÎTÎRAFA ATALAY YA KORTEKÊ
Li rexmê ku ev salek li ser re derbaz jî bû dewleta Tirk komkujiyê negirt ser xwe. Beşîr Atalayê AKP’yî di programekî beşdar bû de bigotina, “Di operasyonên ku ji meha Tebaxê ve dest pê kirîn de beriya Qilabanê hinek kêmasî çêbûn. Ew jî li herêma Iraqê bû.” Komkujî îtîraf kiribû.
Çapemeniya Tirk ku dema mijar Kurd bin hemû cure komkujî, tundî û zextên li ser Kurdan hewil didin veşêrin, helwesta çapemeniya Tirk di Komkujiya Kortekê de jî pir kirêt bû. Rojnameya Tarafê anî wê astê ku, “Ger PKK vê aşkera neke, dê “ev mirin” ji bo wê bên nivîsîn.”
Li ser Komkujiyê re salek derbaz bû, hêjan Tirkiye bi operasyon û êrîşan li xema “çareseriyê” ye. Çapmeniya Tirk jî bi bêdeng bûna xwe dibe hevparê van komkujiyan. Daxuyaniyên ku beriya salekê li ser komkujiyê hatin nivîsîn ji nivîsên li ser avê hatine nivîsîn wêdetir neçûn. Ne hikumeta Başûrê Kurdistanê, ne şandeya li cihê komkujiyê vekolîn pêk anîn û ne jî saziyên navnetewî nebûn şopdarên komkujiyê. Malbata Hesen ya ku serî li Dadgeha Bajarê Qeledizê jî dayî bê encam ma. Mirovahî hêjan cihê lê hatiye bombebarankirin, Kortekê can dikişîne…