Cigîra Seroka ENKS: Di nava meclîsa me de temsîliya jinê tune ye

Cigîra Seroka ENKS: Di nava meclîsa me de temsîliya jinê tune ye

Cigîra Seroka Encumenî Niştimanî Kurd li Surî (ENKS) Dilşa Eyo, diyar kir ku di nava ENKS’ê de temsîliya jinê hema bêje tune ye û got ku li gel biryaran jî heta niha temsîliyeta tê xwestin pêk nehatiye.

Dilşa Eyo, têkildarî temsîliyeta jinê ya di nava ENKS’ê de ji ANF’ê re axivî. Eyo, anî ziman ku ENKS ev nêzî 2 salan e hatiye avakirin, lê heta niha temsîliyeta jinê ji sedî 7’an ne boriye.

Dilşa Eyo, destnîşan kir ku wan di gelek civînan de li ser mijarê nîqaş meşandine û biryar girtine ku temsîliyeta jinê di navbera 15 û 20’an de be, lê heta niha ev biryar nehatine bicîhanîn. Eyo, anî ziman ku ew wekî jinê di nava ENKS’ê de ji ber vê yekê nerazîbûna xwe tînin ziman û got ku ewê têkoşîna xwe ya di vî warî de bidomînin.