Çetîn: Hemû hewldan ji bo derxistina Ocalan ji Ewropayê bû

Rojnamevan Ferda Çetîn, di salvegera 16. de komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ANF'ê re nirxand.

Di ser Komploya Navneteweyî re 16 sal derbas bûn. Komplo ji aliyê medya Kurdan ve gelek kûr û berfireh hat lêkolîn kirin. Gelek nivîskar di her salvegerê de li ser vê komployê nivîs nivîsîn û nirxandinê mezin kirin. Rojnamevan Ferda Çetîn jî her sal nivîsên wî li ser komployê hebûn. Li ser vê yekê bi Ferda Çetîn re hevpeyvînek me çêkir. Me xwest di çarçoveyek cuda de binîrxînin.

Tirkiyeyê di salên 90'î de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxîne siyasetek çawa meşand?

Ji bo Ocalan ji Rojhilata Navîn derkeve, hin hewldanên Tirkiyê yên sîstematîk hebûn. Carna sûîqestên ji bo ji hole rakirina fîzîkî jî rû dan. Lê ev bi tenê bi Tirkiyeyê sînorkirîbû.  Tirkiye bi siyaseta xwe ya derve dixwest, ku dinyayê jî tevlî van hewldanên xwe bike. Destwerdana Tirkiyeyê ya bi serê xwe têrê nedikir.

DYA çawa tevlî komployê bû?

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dixwest ku Rojhilata Navîn û heta Asya Navîn ji nû ve dîzayn bike. Ev pêvajo bi şerê kendavê destpê kiribû.  Ji xwe di belgeyên Amerîka de jî derbas dibin ku dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin. Dixwest heta salên 2000'î pişta 'terorê' bişkîne. Ji bilî van dixwestin dewlet û rêxistinên li herêmê xwedî hêz, bêtesîr bikin. PKK û Rêberê wê Ocalan jî li pêşiya berjewendiyên wan ên li Rojhilata Navîn xeteriyek bû. Bi wan re lihevkirin û tevgereke hevpar ne pêkan bû, diviyabû ev astengî ji holê bihata rakirin. 

Bi giranî îstixbarat ji aliyê kê ve dihat dayîn?

Ji bo guhdarkirina cîhanê, hêza herî mezin Îsraîle. Ev yek tê zanîn.  Piştî ku birêz Ocalan ji Sûriyeyê derket Îsraîl bi hemû hêza xwe li kêleka Tirkiyeyê cih girt. Vê yekê bi xwe jî îtiraf kir.  Gelek rojnamevan û rayedaran jî anîn ziman, ku di pêvajoya komployê de karê îstixbaratê, Îsaraîlê girt ser xwe.

Di nava NATO'yê de ji vî alî ve kîjan hêz derketin pêş?

Ne mumkune ku mirov behsa berjewendiyên welatên endamê Nato neke. Lê Esas polîtikayên NATO polîtîkayên Îngilîstan û Amerikayê ne. Mirov nikare behsa hevdengiyeke hevbeş di navbera endamên din de bike. Ji bo vê yekê rola Amerîka û Îngilîzan di vê yekê de were destnîşankirin. Ji ber ku di vê  pêvajoyê de rola wan sereke heye.  Yên ku ev plan çêkirinin ew in. Ji xwe ev xala peymanê tinebiya jî ew ê di pratîkê de ev yek pêk bianiya. 

Komplo ji derketina birêz Ocalan a ji Sûriyeyê destpê kir. Sûriye çima teslîmî zextan bû?

Sûriye heta wê demê derfet û îmkanê xwe nirxand. Pêwistî nedît ku bi Tirkan re têkiliyên xwe pêş ve bixe. Politîkayên li gor kevneşopiya xwe meşand. Lê piştî zextên NATO'yê zêde bûn, dît êdî nikare li hember van zextan bisekine, pirsgirêkên wan jî zêde bûbûn û bi taybetî piştî hilweşîna rejima Sowyetê, alîkariya aborî, eskerî û çandî ji vî welatî werdigirt hatibûn birîn.  Piştî zextên NATO'yê êdî dîtin ku zêde nikarin li ber xwe bidin. 

Yewnanîstanê çima sozên xwe bicih neanî?

Rayedar û parlamenta Yewnanîstanê berî ku komplo destpê bike, Ocalan li Şamê zîyaret kiribûn û bi îmzeyan ew vexwendibûn welatê xwe. Siyasedmedar û rayedarên Yewnan wisa didan xuyakirin, ku her wekî bi Kurdan re di nav diyalog û piştgireyê de ne. Dema ku Ocalan derbasî welatê wan bû û ji bo penaberiyê serlêdan kir, parlamenta wê demê û duyemîn serokê parlementê  Zîgoratas ev serlêdan çirand û avêt.  Li ser vê yekê yên ku Ocalan vexwedibûn jî gotin tiştek ku em bikin nîne.

Çima biryara ku Meclîsa Dûma girtibû hat binpêkirin?

Her çend wê demê li Rûsyayê jî Meclîsa Dûma qebûl kir û bi sempatî nêzik bû, ji aliyê Parlementê û Wezîrê Karên Derve ve, ev serlêdan hat redkirin. Li vê derê di dewsa biryara heremê an jî biryara gel, helwesta siyaseta navendî derket pêş.

Di pêvajoya komployê de dewleta Tirkiyê dest bi kuştina kiribû û ev yek çima ji raya giştî hat veşartin?

Di vê demê de dewleta Tirk 2 cînayet pêk anî. A yekem di 17'ê Mijdara sala 1998'an de li Petersbûrgê li dijî şêwirmenda Yeltsîn ya kêmnetewan Galina Starowojoya pêk hat. Li ber deriyê xwe hat qetilkirin. Taybetmendiya Galina Starowojoya ev bû ku dema Ocalan çû Rûsya bi awayekî aşkera û erka xwe ya fermî jî bikar anî got, ku lazime statuyek siyasî ji Ocalan re were dayîn. Dixwest Rûsya di vî warî de motîve bike. Piştî vê cînayetê di 21 Mijdara 1998'an de li Îranê jî mirov hatin kuştin. Di vê kuştinê de Wezîrê Karên Xebatê yê kevin ê Îranê Dariush Forouhar û hevsera wî Pervaneh hatin qetilkirin. Taybetmediya kuştina van ew bû, ku berî kuştinê bi 3 rojan ji bo Ocalan li Îranê mitîngek lidar bixin. Ji bo vê yekê serî li meqamên fermî jî dabûn. Dewleta Tirk bi van her du kuştinan re dixwest mesaja ku ew ê êdî van erîşan berfireh bikin dan.  Ev her du  cînayet ji aliyê dewleta Trik ve hatibûn kirin. Rûsya û Yewnanîstanê dizanibûn lê bi ser Tirkiyê ve neçûn. Ev her du kuştinên wê demê hatin jibîrkirin. Wê demê rojnameyên Tirkan û Milliyet manşetek wiha nivîsî bû.  Çavtirsandina Îtalya.  Ango dixwestin ku bibêjin, Ocalan li Îtalyaye ji bo vê ev kuştin pêk hatine.

Piştî ku Ocalan hat Romayê pêvajoyeke bi çi rengî ya hiqûqî destpê kir?

Dadgeha Roma a îstinafê bi lez biryara girtina Ocalan da. Ev biryar li ser biryara dadgeha Elmanya ya Karlsruhe hatibû dayîn. Ji ber ku di sala 1990'an der barê Ocalan de bi îddîaya endam û rêveberê rêxistinê ye biryara girtinê dabû. Di wan salan de Elmanya biryarek wiha dabû û bi rêya Înterpolê li her deverê belav kiribû. Dadgeha Roma biryarek wiha girt ku êdî Ocalan nikaribe derkeve derveyî Îtalya. Êdî ji ber biryara dadgeha Romayê Ocalan nikaribû ji vî welatî derkeve.

Elmanyayê di destpêkê de biryara ku li qada navneteweyî were darizandin da û piştre jî cezayê ku li Ocalan birîbû betal kir. Komoplo wê demê di merheleyeke çawa de derbas bû?

Diviya ev biryar bihata betalkirin.  Li ser vê yekê di 17'ê Kanûna 1998'an de dadgeha Elmanya ev biryar rakir. Biryara ku ji bo girtina Ocalan radike dibêje sedemek ku Ocalan were girtin tineye û Ocalan serbeste. Li ser vê biryarê sedema ku Îtalya ew dibin çavan de bigire jî ji holê radibû. Ocalan serbest dima. Li ser vê êdî Ocalan dikare li deverek din a cîhanê seyehat bike. Pozîsyonek bi vî rengî afirandin. Lê bi zanebûn ev yekê kirin.

Di 29'ê Mijdarê de Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Dinî û yê Elmanya Fîscher li Roma têne cem hev. Li vê derê dibêjin pêwistî bi dadgehek navneweyî heye ku ev her du biryarên dadgeha Roma û ya Karlsrûhê nîqaş bikin. Dibêjin ji bo vê yekê em dest bi xebatan dikin û civînên bi vî awayî jî ew ê dewam bikin. Lê binêrin di 29'ê Mijdarê de Serokwezîr tên cem hev, 5 roj şûn de Wezîrên Karên Derve û di 3'ê Kanûnê de civîna OSCE destpê dike. Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Fîscher dibêje Almanya û Îtalya nikarin dadgehek navneteweyî ava bikin û nikarin vê xebatê birêve bibin.

Dema Ocalan li Roma bû helwesta dewletên Ewropayê yên din çawa bû?

Mesela em dizanin têkiliyên Holanda bi DYA re gelekî baş in. Amerîka her çiqas fîîlen aktîf cih negirtibe jî, ji bo Ocalan ji Ewropayê derbikeve çi ji dest hat pêkanî. Zext dida ser dewletên ku Ocalan çûbûyê û ji bo ji wê derê derbixe ket nav hewldanan. Ev yek hem bi îstixbaratê û hem jî bi Wezîrên Karên Derve ve pêk dianî. Dema mirov li çapemenî û ragihandinên wê demê mêzeke, ev yek bi awayek zelal tê dîtin.

Fransa li derveyî sînoran li Ocalan digeriya.  Mesaja ku here Fransa ew ê bi çi helwestekê re rû bi rû bimîne dida. Di 26'ê Kanûnê de hikûmeta Swîsre bi rayedar û komeleyên Kurdan re civînekê lidar dixe. Her çiqas daxwazek Kurdan tine be jî, ew pirs dikin Ocalan dixwaze were welatê wan an na? Kurd dibêjin na. Dibêje eger were em ê mafê rûniştinê nedinê.  Di vê demê de parêzerên Ocalan serî li rayedarê Holandî didin ji bo penaberiyê. Dibêjin hîç serî lênedin qet bi ti awayî serlêdana wî em ê qebûl nekin.

Amerîka bi Tirkiyê re têkiliyên çawa dabû destpirin? Li Kenyayê Tirk çawa tevlî pêvajoyê bûn?

Hetanî Kenyayê hemû xebat û hewldanên Tirkiyê li ser derxistina Ocalan a ji Ewropa bû. Di derketina ji Ewropayê de ti rolek dewleta Tirk tinebû.  Dibe ku hin agahiyên îstixbaratî parve kiribin. Tirkiyê bi tenê hewl dida ku Ocalan ji wê derê derkeve.  Digotin Tirkiye, Ocalan nikare li Ewropa bimîne, divê radestî Tiriyê were kirin. Tirsa Tirka çibû! digotin, eger li wê derê bimîne wê pirsgirêka Kurd bikeve qada navneteweyî û ew ê bibe pirsgirêkek siyasî.  Ji lewre dewleta Tirk dixwest doza Kurdistanê marjînel bibe û di nav xwe de were tasfiyekirin. Kiryarek wan tinebû û bi tenê teşwîq dikirin. Amerîka jî digot hûn bihêlin, em ê safî bikin. Amerîka ji  xwe li ser navê NATO zextan li ser dewletan dikir.

Piştî ku şandin Kenyayê, êdî plana radestkirina ji bo Tirkiyê kete dewreyê.  Li ser vê yekê Tirkiye der barê revandin û birinê de rolek aktîf lîst. Êdî dewletek wek Fransa, Kenya, Yewnanîstan nikaribû berpirsyariyek wiha bigirin. Tirkiye dikaribû û li Kenyayê bi awayekî çalak ket dewreyê.