Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî navenda navçeya Dubiz a Kerkukê kirin, pevçûn didomin

Çeteyên DAIŞ'ê vê evarê saet nêzî 19:30 li hemberî qeymeqamtî û navenda polîsan a navçeya Dubiz a girêdayî bajarê Kerkukê du êrîşên xwekuj pêk anîn. Pevçûnên li navenda navçeyê didomin.

Çeteyên DAIŞ'ê vê evarê saet nêzî 19:30 li hemberî qeymeqamtî û navenda polîsan a navçeya Dubiz a girêdayî bajarê Kerkukê du êrîşên xwekuj pêk anîn. Pevçûnên li navenda navçeyê didomin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, danê êvarî çeteyên DAIŞ’ê li hemberî avahiyên qeymeqamtî û navenda polîsan a navçeya Dubiz a girêdayî bajarê Kerkukê du êrîşên xwekuj pêk anîn. Her du çeteyên ku êrîşa xwekuj pêk anîn ku li cihên teqînê mirin, hat diyarkirin ku navenda polîsan ketiye destê çeteyan.

Piştî êrîşan gelek hêzên asayîşê û pêşmerge sewqî navçeyê hatin kirin. Hat ragihandin ku di êrîş û pevçûnên rû dane de windahiyên pêşmergeyan jî hene. Pevçûnên di navbera hêzên pêşmerge, polîs  û  çeteyan de li navçeyê didomin.