Çeteyan şerê hev kirin: 6 çete hatin kuştin

Li Cerablûsê di navbera çeteyên ku dewletaTirk piştgirî dikin de şer derket. Hat ragihandin ku di şer de 6 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, di navbera koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam û Tugaya Sûltan Mûrad de iro şer derket. Di encama şer de 6 çete ji herdû aliyan hatin kuştin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku şer, piştî ku koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam li rojavayê bajar çekên koma bi navê Sûltan Mûrad bi hinceta ku ew herêm a wane destserkirin, derket. Çavkaniyan dan zanîn ku di şer de ji Tugaya Feyleq El-Şam çeteyên bi navê Taha El-Derûzî, Yasir El-Kurdî, Talal Helebî û çeteyê nasnameya wî ne hate zanîn, ji koma bi navê Sûltan Mûrad jî çeteyê bi navê Nûrî Osman û çeteyê nasnemeya wî ne hate zanîn hatin kuştin.

Li aliyê din jî çavkaniyan ji hundirê Cerablusê dan zanîn ku komên çekdar ên Tirkmanî navê kolan û qadên bajar diguherin û navên Tirkmanî li wan dikin. Lewma komên çeteyên Ereb ji vê nerazîne û nerazibuna wan li hember komen çeteyên Tirkman zede dibe.