Çeteyan Dêra Meryem El-Ezra bi temamî hilweşandin
Çeteyên DAIŞ’ê ku nirxên pîroz kirine hedefa xwe, cara duyemîn êrîşî dêra li gundê Til Nesrî kirin û bi temamî hilweşandin.

Li gorî ANHA’yê, çeteyên DAIŞ’ê li gundê Til Nesrî yê dikeve başûrê Til Temir, Dêra Meryem El-Ezra bi teqemeniyan teqandin. Di encama teqînê de dêr bi temamî hilweşiya.
Di 5’ê Nîsanê de jî çeteyan di roja cejna Paskalyayê de, dîsa li heman gundî heman dêr hedef girtibûn û beşek ji wê hilweşandibûn.
Dêra Meryem El-Ezra di sala 1934’an de hatibû avakirin û di sala 2005’an de jî hatibû restorekirin.
Çeteyan dema ku di di 23’yê Sibatê de li hemberî gundên Asurî yên li Til Temir êrîş dan destpêkirin jî, li gel revandin û qetilkirina bi sedan welatiyan, dîsa dêr kiribûn hedefa xwe. Çeteyan li gundên Til Hirmiz dêra El-Reban Besiyo, li gundê Qebr Eş-Şamiyê dêra Mar Cercis , li gundê Til Cizîrê dêra Mar Yonan û li gundê Um El-Kêf dêra El-Qedîs Mar Toma kiribûn hedef û beşek mezin ji wana hilweşandibûn.
Çeteyan her wiha li hemberî Mizgefta Eyad Bin Xenem EL-Eşerî ya li navenda Til Temir bi topên hawanê êrîş pêk anîbûn û beşek ji wê hilweşandibûn.