Timên taybet û cerdevanan di ser mala Serokê BDP'a Bajaroka Tepe ya navçeya Bîsmîla Amedê Mehmet Înanç de girt. Polîsan piştî serdegirtinê Mehmet Înanç binçavkirin.
Yekîneyên tîmên taybet û cerdevanan serê sibê di ser mala Serokê BDP'a Bajaroka Tepe ya navçeya Bîsmîla Amedê Mehmet Înanç de girt. Polîsan piştî serdegirtinê Mehmet Înanç binçavkirin. Cerdevanên gundê Sadiye û Gire Faris jî tevlî operasyonê bûn. Înanç birin Midûriyeta Polîsan ya Amadê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.