Çend wêne ji Şengalê - Rêşad Sorgul
Şengal 13 Mijdara 2015’an ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Şengal 13 Mijdara 2015’an ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Şengal 13 Mijdara 2015’an ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Di heman rojan de Quwatên Sûriya Demokratîk QSD li Başûrê Hesekê bi lez bi pêş de meşiyan û bajarokê Holê û Gola Xatûniyê ji destê çeteyan derxistin. Bi van du nûçeyan kurdistanî kêfxweş bûn. Li Bakurê Kurdistanê terora dewleta Tirk a li Farqîn û Nisêbînê jî di rojevê de bû. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje, weke gelek caran şîn û şahî ketin zik hev.
Piştî rizgarkirina Şengalê bi du rojan, ez bûm xwedî derfet û îmkan, ji bo biçim Şengalê. Di deriyê Til Koçer re derbas bûm. Dema derbasbûnê pasaport an jî nasname nehat pirsîn. Ez li sînorên sist ên di nava welatên Ewropayê de fikirîm. Jixwe di van rojan de welatên Ewropayê jî bi sedema terora DAIŞ’ê, nexasim komkujiya li Fransayê, biryar dan sînorên xwe bişidînin. Di demeke welê de bi awayekî ewle çûna Şengalê cihê kêfxweşiyê ye. Em di gundên ereban re derbas bûn. Zarokên gundan ên li ser rêya me nîşaneya serketinê dikin û bi tenê gotina ‘heval’ bi lêv dikin.

Çiyayê Şengalê bi mij û moran bû. Mîna marekî reş xuya dikir. Li nava deştê xwe dirêj kiribû. Helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bîra min.
Ez li çiyayê Şengalê li cem Derweşê Evdî bûma!
Li ser pişta hespên spîbozî min xwe berdeya deşta Mûsilê
Dema Derweş derb xwar, min ew rakira, bibira çiyayên Kurdistanê
Min ji wî re bigota 'Binêre, bi hezaran Edûlê û Duwanzdekan hene'
Min bigota, li van çiyayên xwedawendan lê textê xwe danîne, xweş razê.
Mirin ji ku û çawa tê bila bê êdî xeman nexwe
Kurdîtî û jiyana azad a misogerbûyî rastîyên ebedî ne ..

Di ketina zikê çiyê de şehîdgeha şervanên HPG û YBŞ’ê hebû. Em hinekî li wir sekinîn. Paşê em bi nava çiyê de çûn. Riyên bi nava çiyê de berjor diçûn mîna kilora marekî bûn. Li qotê çiyê jî şehîdgeh hebû. Li vir peykerên mar, şêr û tawis hene. Alên HPG, PKK û YBŞ’ê li ba dibin. Ba, bapeşk û firtoneyeke xurt hebû. Li geliyên jor konên Şengaliyan ên ji hovîtiya DAIŞ’ê reviyane hene. Her em nêzî Şengalê dibûn, roj û nûçeyên nexweş ên dagirkeriyê hatin bîra min. Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê Hezîranê de ketibûn Mûsilê yan jî ji wan re hatibû hiştin. Piştre 3’ê Tebaxê çeteyên Daiş’ê ketibûn Şengalê yan jî ji wan re hatibû hiştin. Çekdarên PDK’ê qet li ber xwe nedabûn û xwe ji bajêr vekişandibûn. Gelê Kurd bi giştî li hemberî vê bûyerê aciz bû û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî soz dabû ku wê kesên berpirs ceza bike.

Em digihîjin serê çiyê û niha jî dîsa di riyên mîna kilora mar de xwe ber jêr didin. Hewa gelekî sar e. Bi sedan erebe ji nava bajêr bi jor ve derdikevin. Piraniya erebeyan alavên malan barkirî ne. Em dipirsin ev çi alav in, û kî van alavan dibe. Hevalê rêberiya me dikir, got: “Beşek kesê alavan dibin ji derve hatine, beşek çekdarên PDK’ê ne, beşek jî Êzîdî ne.” Min xwest ez fêhm bikim ku çima destûra vê tê dayîn. Ez hîn bûm ku gerîlla li ber vê rabûne, lê wan û çekdarên PDK’ê sîleh li hev kişandine. Berpirsên gerîlla nexwestine ev bibe sedema şerekî nava hêzên kurdistanî, lema paş ve gav avêtine. Ji ber ku dema em daketin nava bajêr, me dît, hinek dewrûber hewl didin di nava gerîlla û pêşmerge de şer biqewime. Jixwe di nava bajêr de rewşeke tengezar û gergîn hebû. Li nava bajêr em çûn cem şervanên ciwan ên YBŞ’ê. Temenê wan bi piranî li dewrûbera bîst salî bû. Ji bo xwe germ bikin lastîkên erebeyan dişewitandin. Gotin di cih de be, li devereka bajêr cihê YBŞ’ê singê xwe çikandibû, çekdarên PDK’ê jî tûrê xwe pê ve kiribûn. Şervanên ciwan ji me re peyivîn û gotin: “Çekdarên PDK’ê me sor dikin. Pişta xwe bi dewleta Tirk germ dikin. Em naxwazin bira xwîna bira birjîne. Ev yek ji bo yekîtiya neteweyî zirar e. Lê pir bi ser me de bên, em ê xwe biparêzin.” Li nava bajêr kêmbûna hejmara gerîlla bala min kişand û min ev jî pirsî û ez hîn bûm ku gerîlla li aliyê Şîlo li dijî çeteyan şer dikir. Min pirsî ka pêşmerge jî di şer de cih digirin, bersiv “na” bû. Min ji wan re got; “Dema ez li Qamişlo bûm, cenazeyê pêşmergeyekî anîn veşartin. Gotibûn li Şengalê şehîd bûye.” Şervanan ji min re got, li Şengalê pêşmerge neketine nava şer û piştî ku hêzên gerîlla û YBŞ’ê ketine nava bajêr bi çar saetan daketine. Jixwe gotinên serokê PDK’ê Mesûd Barzanî der barê hêzên gerîlla û YBŞ’ê de bûye sedema nerazîbûnê. Gelek kes ji bo gotinên wî sosret dibêjin û heta hinek naxwazin bawer bikin. Ji ber vê jî dibêjin, dibe ku hinek kes an jî dewrûbera wî bi agahiyên şaş wî dixapîne. Kurtûkurmancî nerehetiyeke şervanên ciwan hebû. Carna ji fermandarên xwe jî gazin dikirin ku çima ewqasî xwe li vê neheqiyê radigirin.

Şengal bi qasî Kobanê nebe jî gelekî wêran bûye. Jinûveavakirina Şengalê mijareke girîng e. Bi tevahî mirov nikare bişibîne Kobanê. Ji ber ku Şengal di nava çiyê de li devereke asê ye. Derfet û îmkanên debarê nedanê. Xelkê Êzîdî hatiye tepisandin, nezan û xizan hatiye hiştin. Eger em behsa jinûveavakirinê bikin, divê em van xusûsan bi girîngî li ber çavan bigirin. Li ser rêveberî û jinûveavakirinê, ez bi Koordînasyona Êzdiyan a Şengalê re axivîm. Ew dixwazin rêveberiya bajêr ji xelkê Êzîdî re were hiştin û di jinûveavakirinê de her kes cih bigire. Ji ber ku Şengalê weke rûmeta tevahî Kurdan û sembola yekîtiya neteweyî destnîşan dikin. Piştî ku em ji nava bajêr vegeriyan. Li serê çiyê, em bûn mêvanê radyoya Çira Şengalê…
