Cenazeyên Kaplan û Îpek ên YPG’yî hatin definkirin

Bawer Kaplan (Navdar Stêrk) û Muhammed Îpek (Çekdar Andok) ên YPG’î ku di operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin definkirin.

Cenazeyê Bawer Kaplan (Navdar Stêrk) û Muhammed Îpek (Çekdar Andok) yên YPG’î ku di operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, duh di saetên êvarê de anîn Amedê û ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Yenîkoy hatin definkirin.

Rêveberên HDP û DBP’ê, MEYA-DER, DIAY-DER, Meclîsa Dayîkên Aştiyê û bi hezeran welatî beşdarî merasîmê bûn. Cenazeyên YPG’iyên ku duh êvarê rakirin morga li goristanê, ji vir ji aliyê welatiyan hatin girtin û birin mizgefta goristanê. Piştî ku wecîbeyên olî anîn cih, cenaze bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’ hatin definkirin.

Hevserokê MEYA-DER’ê Mehmet Yaşar di merasîmê de axivî û diyar kir ku ciwanên kurd li dijî bênasnamebûn û bêçandbûna gelê Kurd ketin lêgerîna heqîqetê û gihiştin şehadetê û wiha berdewam kir: “Ev têkoşîn heta ku felsefeya Rêber Apo bikeve jiyanê wê bidome.” Hevserokê DBP’a Amedê Alî Şîmşek jî axivî û da xuyakirin ku li Kobanê ne tenê bo Kurdan bo hemû mirovahiyê têkoşîn tê meşandin û wiha pê de çû: “Em bi saya ciwanên ku li dijî êrîşên li hember nirxên mirovahiyê dibin mertal, li ser piyanin. Qezencên gelê Kurd bi saya ciwanên ku di têkoşîna ku berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane heye.”

Piştî merasîma definkirinê welatî derbasî Mala Şînê ya Temîra bûn.