Cenazeyên Kahraman û Ozmen ên YPG'yî anîn Rihayê

Cenazeyên şervanên YPG'ê Sûat Kahraman û Harûn Ozmen, ji aliyê malbatên wan ve ji Kobanê hatin girtin û anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Sûat Kahraman û Harûn Ozmen, ji aliyê malbatên wan ve ji Kobanê hatin girtin û anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina gundan, dewam dikin. Cenazeyên şervanên YPG'ê Sûat Kahraman (Berxwedan Cûdî) û Harûn Ozmen (Devran Amed) ên di operasyonên li eniya rojhilat de pêr jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatên wan ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji rayedarên kantonê teslîm hatin girtin. Cenazeyên YPG'yiyan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji bo otopsî were kirin şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Piştî otopsiyê cenazeyê Kahraman wê li navçeya Şirnex Silopî, yê Ozmen jî li navçeya Mersîn Tarsûsê were veşartin.