Cenazeyên gêrîlayan bi dizîkî ve veşartin

Cenazeyên gêrîlayan bi dizîkî ve veşartin

Malbatên gêrîlayên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê û Şirnexê jiyana xwe ji dest dan Şîrîn Şems (Newal Sîdar) û Bekîr Şems (Rûbar Ehmed) li rexmî ku ji bo testên DNA'yê xwîn dan jî, cenazeyên wan li goristana bêkesan hatin definkirin.

Malbatên gêrîlayên HPG'ê Şîrîn Şems (Newal Sîdar) û Bekîr Şems (Rûbar Ehmed) yên ku di 14'ê îlonê û 2'yê cotmehê li Şirnex û Şemzînan jiyana xwe ji dest dan ji bo teşhîsa cenazeyan ji bo testa DNA'yê xwîn dan, lê derket holê ku bêyî agahiya malbatan li goristana bêkesan hatin definkirin. Piştî bûyer derket holê malbat ji Îranê hatin Bazîdê û ji BDP'ê û TUHAYD-DER'ê piştgiriya hiqûqî xwestin. Malbatan li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê bi Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy re daxuyanî da çapemeniyê û banga bihîstiyariyê kirin.

Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî bertek nîşanî nedayîna cenazeyan dan û anî ziman ku dê piştgiriyê bidin malbatan û wiha got: "Li şuna daxwaza malbatan a zarokên xwe bibînin û cenazeyên xwe li cihê dixwazin defin bikin, cenaze li dijî mirovahiyê li goristana bêkesan hatin definkirin."

Aksoy diyar kir ku, di peymanên navneteweyî de madeya cenaze bi tevahî bê parastin û radestî malbatê bê kirin heye û wiha axivî: "Hikûmeta vê yekê diki ji mirovahî û mislimantiya wê bi gûmane. Divê hikûmeta AKP'ê peymanên navneteweyî bi cih bîne."

Bavê gêrîla Şîrîn Şems (Newal Sîdar) Îsmaîl Şems xwest ku ew cenaze li cihekî nêzîk defin bike û wiha got: "Em dixwazin cenazeyê xwe werbigirin. 47 rojin tu kes ji me re nabe alîkar. Cenazeyê me bêyî agahiya me definkirine. Em pirsgirêka vê yekê dijîn."

Dayîka gêrîla Şems Şohret Şems jî wiha got: "Xweziya min kurê xwe dîtiba ji bilî wê ez tu tiştê din naxwazim. Ez dixwazim cenazeyê kurê xwe li Bazîdê defin bikim. Min heqê xwe lê helal kiriba." Birayê gêrîla Bekîr Şems (Rûbar Ehmed) jî wiha got: "Bila cenazeyê birayê min li cihekî nêzîk bê definkirin. Ez dixwazim cejnan de bêm gora wî ziyaret bikim."

Malbat careke din çûn Meletiyê û ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigrin dê dest bi hewildanan bikin.