Cenazeyên gêrîla Arnos û Serdar hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîla Arnos û Serdar hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîla Emrah Guler (Arnos Başkale) û Cuneyt Basûk (Serdar Alan) ji hêla malbatên wan ve hatin girtin. Cenaze dê sibê li Wanê bên definkirin.

Ligel ku malbatên gêrîla Emrah Guler ku di encama pêvçûna di 19'ê cotmehê de li Gundê Dêzê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû û gêrîla Cuneyt Basûk (Serdar Alan) yê di encama pêvçûna di 13'ê cotmehê de li navçeya Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyên wan teşhîs kiribûn jî bi hinceta Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan tê Wanê nedabûn.

Cenazeyên ku duh nedabûn îro ji hêla Saziya Tipa Adlî ya Meletî ve radestî malbata wan hate kirin. Dê cenazeyên gêrîla Arnos û Serdar sibê bibin Wanê. Cenazeyê gêrîla Arnos dê li Taxa Yakinyol ya Navçeya Elbakê, cenazeyê gêrîla Serdar jî li Gundê Kûrûbaş ya girêdayê navenda Wanê bê definkirin.