Cenazeyên endamên YPJ û Asayîşê hatin veşartin

Cenazeyên şervana YPJ'ê Heyam Elî (Sozdar) û endamê Asayîşê Îbrahîm Umer, li Şehîdgeha Delîl Sarûxan bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyên şervana YPJ'ê Heyam Elî (Sozdar) û endamê Asayîşê Îbrahîm Umer, li Şehîdgeha Delîl Sarûxan bi merasîmekê hat veşartin.

Bi sedan kesî cenazeyê şervanan YPJ’ê Heyam Elî (Sozdar) a 18’ê Hezîranê dema erka xwe pêk dianî di encama qaezayê de jiyana xwe ji dest û endamê Asayîşê Îbrehîm Umer ê di êrîşa xwekujî ya duh li dijî navenda Asayîşa Qamişlo de jiyana xwe bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Girseya gel bi armanca wergirtina cenazeyên her du têkoşeran li ber Mala Gel a taxa Enteriyê ya Qamişlo kom bû. Girseya ku alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê vekiribûn û bê navber dirûşme qîriya, piştî wergirtina cenazeyên her du têkoşeran tekoşeran ber bigoristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiya.

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê  destpê kir û paşê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Serokê Desteya Karê Hundir Kenan Berekat axivî. Berekat sersaxî ji malbatên her du têkoşeran re xwest û da zanîn ku tekoşerên azadiyê ji bo parastina nirxên gelê Rojava canê xwe feda dikin. Berekat got: "Dema ku hêzên YPG/YPJ’ê şerê azadiyê dikin û parastinê Rojava dikin, hêzên Asayîşê jî ewlekariya hundir dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Berekat êrîşa çeteyan a li dijî navenda Asayîşa Qamişlo şermezar kir û got ku ev têkçûna çeteyan e.

Di merasîmê de li ser navê Malbata Endamê Asayîşa Îbrehîm Umer jî axaftinek hate kirin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.

Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên her du têkoşeran bi dirûşmeyan spart axê.