Cenazeyên Çelîk û Kaya hatin veşartin

Cenazeyên Halîl Çelîk ê li Cizîrê û Vasfî Kaya yê li Hezexê ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatin qetilkirin, hatin veşartin.

Cenazeyên Halîl Çelîk ê li Cizîrê û Vasfî Kaya yê li Hezexê ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatin qetilkirin, danê sibehê anîn navçeya Mûş Kopê.

Cenazeyên Kaya û Çelîk piştî ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin anîn navçeya Kopê. Li navçeyê esnaf derabe venekirin. Li Mizgefta Hazretî Omer piştî ku ji bo Vasfî Kaya nimêja cenazeyê hate kirin, bi sedan kes ber bi goristana li Taxa Şehîtlîkê ve meşiyan. Girseyê cenazeyê Kaya li pêşiya goristanê da ser milan û bir cihê lê bê definkirin. Piştî cenaze hate definkirin girse ji bo sersaxiyê çû Mizgefta Hz. Omer. 

CENAZEYÊ ÇELÎK LI RUSTEMGEDÎKÊ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê Halîl Çelîk ê ku li Cizîra Botan di êrîşên tevkujiyê de hate qetil kirin jî di heman saetan de li bajarokê Rustemgedîkê hate definkirin. Cenazeyê Çelîk, piştî ku li Mizgefta Navendê wecîbeyên olî hate kirin, li ser milê bi sedan kesan ve birin goristana gund. Cenazeyê Çelîk di nav dirûşmên “Şehîd namirin”, “Ey şehid xwîna te li erdê namine” hate definkirin. 

Piştî merasîma cenazeyê, girse ji bo sersaxiyê çû mala şînê.