Cenazeyên Arici û Noyan birin Geverê

Cenazeyên Mehmet Reşît Arici û naîm Noyan ên di roja destpêkê ya 'qedexeya derketina derve' ya li Geverê hat qetilkirin, ber bi Geverê ve hatin şandin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, şeva bihurî ciwanên bi navê Mehmet Reşît Arici (17) û Naîm Noyan ji aliyê polîsên tîmên taybet ên Tirk ve li tax Cûmhûriyetê hatin qetilkirin. Cenazeyên her du ciwanan piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.

Di dema wergirtina cenazeyan de Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, rêveberên HDP û DBP'ê û Hevşaredar jî amade bûn. Malbatan cenaze birin Geverê. Li Geverê jî gel li taxan û li ber Girtîgeha Kevn ji bo pêşwazîkirina cenazeyan kom dibin.

Li navçeyê rewşa awarte berdewam dike û ketin û derketina navçeyê bi wesayîtên zirxî yên leşkerî hatiye girtin.