Cenazeyên 4 şervanan şandin Bakurê Kurdistanê

Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê ku di berxwedana Til Temirê de jiyana xwe ji dest dabûn di deriyê sînorê ê Şanyûrtê re radestî malbatên wan kirin.

Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê ku di berxwedana Til Temirê de jiyana xwe ji dest dabûn di deriyê sînorê ê Şanyûrtê re radestî malbatên wan kirin.

Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê cenazeyên 4 şervanên YPG’ê û YPJ’ê “Besê Amed, Delîla Amed, Yilmaz Umer û Çekdar Batman” ku di berxwedana Til Temirê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn, di deriyê sînorê ê Şanyûrtê re yê di navbera herdu bajarên Dirbêsiyê yên Serxet û Binxetê bi merasîmekê radestî malbatên wan kirin.

Di merasîmê de bi sedan welatiyên herêma Dirbêsiyê li pêşiya Saziyên Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn û her çar cenaze radestî malbatên wan kirin. Welatiyan di merasîmê de alên YPG’ê û YPJ’ê bilind kirin û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re qîriyan.

Li aliyê Bakurê Kurdistanê jî cenazeyên cangoriyên azadiyê ji aliyê malbatên wan, saziyên civaka sivîl û bi sedan welatiyan bi tilîliyan hatin wergirtin û durişmeyên silavkirina berxwedana hêzên YPG’ê û YPJ’ê qîriyan.