Cenazeyên 4 gerîlayan anîn Şirnexê

Cenazeyên 4 gerîlayên HPG'ê yên di operasyona şoreşgerî ya li Elkê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Cenazeyên 4 gerîlayên HPG'ê yên di êrîşa 24'ê Îlonê ya li hemberî Qereqola Gundê Çeman ê ser bi navçeya Şirnex Elkê jiyana xwe ji dest da, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hat ragihandin ku cenaze ev 3 roj in li Qereqola Leşkerî ya Ayvalikê dihatin rawestandin û îro danê sibehê ji bo otopsiyê anîne morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li gorî agahiyan, otopsî bi amadebûna dozger re destpê kiriye û cenaze di rewşeke ku nikarin bên naskirin de ne.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û rêveberên HDP û DBP'ê, tevî malbatan ji bo wergirtina cenazeyan li ber nexweşxaneyê disekinin.