Cenazeyên 4 cangoriyan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên endamên Asayîşa Rojava Mihêdî El Ehmed, Mihemed Mehmûd û Emar El Mihamid û şervanê YPG'ê Ehmed El Zeyîd li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê, bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyên endamên Asayîşa Rojava Mihêdî El Ehmed, Mihemed Mehmûd û Emar El Mihamid û şervanê YPG'ê Ehmed El Zeyîd li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê, bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyên endamên Hêzên Asayîşa Rojava Mihêdî El-Ehmed, Mihemed Mehmûd û Emar El-Mihamid, şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ehmed El-Zeyid ê bi nasnav Nîdal Hesekê ku di 18'ê Hezîranê de dema bi erka xwe radibûn jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hatin veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê ji bo veşartina cenazeyên endamên Hêzên Asayîşê û şervanê YPG’ê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê li hev civiyan. Girseya gel cenazeyên 4 têkoşeran ji vir wergirt û bi karwanek ji wesayîtan bir Goristana Şehîd Dijwar.
Karwanê cenazeyan dema giştî goristanê ji aliyê bi sedan şêniyên gund ve bi tilîlî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.
Welatiyan cenazeyên 4 têkoşeran hildan ser milan û derbasî goristanê bûn. Piştre merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan û cigirê wê Hisên El-Eezam, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, Hevseroka Desteya Kar û Barên Şehîdan Fatima Tahir, Hevseokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, Hevserokê Desteya Karên Hindir Kenan Berekat, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş, nûnerên YPG/YPJ’ê, hêzên Asayîşê û endamên Saziyên Civaka Sivîl amade bûn.
Piştî merasîma leşkerî, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatima Hesen axivî û sersaxî ji malbatan re xwest. Fatima Hesen anî ziman ku têkoşîna şehîdan hêza wan a ji bo azadiyê xurtir dike û ew ê li ser vê rêyê dewam bikin.
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cirîzê Serokê Desteya Karên Hundir Kenan Berekat axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya pêkhateyên bajarê Hesekê li hemberî êrîşan. Berekat got, gelê Hesekê karibû bi hêz û yekîtiya xwe hemû êrîşan bişkîne.
Kenan Berekat bal kişand ser operasyona rizgarkirina Minbicê jî û wiha dom kir: "Ev operasyon li ser banga jin, zarok û gelê Minbicê hatiye destpêkirin. Hêzên tunduraw yên ku derbasî Sûriyeyê bûne, îro li Minbicê ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicî ve derbeyên giran dixwin. Çawa ku DAIŞ li Rojava têk çû, wê li tevahî Sûriyeyê jî bişikê. Îro, keç û xortên ji pêkhatyên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan û hemû pêkhatyên din, beşdarî hêza rûmetê ya ku xwe dispêra neteweya demokratîk bûne. Madem armanca me avakirina Sûriyeke azad û demokartîk e, divê ev yekîtî hîn xurttir bibe." Kenan Berekat di dawiya axaftina xwe sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Li ser navê pêkhateya Ereb Serokê berê yê Desteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Salih El-Zewbai ku di heman demê de apê endamê asayîşê têkoşer Mihemed El-Zewbai ye axivî û destnîşan kir ku şehîdên îro bedena xwe ji bo parastina welatê xwe feda kirine, serketinên mezin li dijî nexweşiya DAIŞ’ê bidest dixin. El-Zewbai anî ziman ku têkoşerên wan ne tenê ji bo parastina Rojava şer dikin, di heman demê de li ser asta Sûriyeyê şerê terorê dikin û got, şerê li hemberî terorê divê ne tenê bi çek were kirin divê bi gotin, çand û hemû rêbazên din were meşandin. El-Zewbaî got: "DAIŞ ji pişt sînor hatiye da ku welatê me dagir bike, bila her kes zanibe ku ti kes wê nikare li hemberî gelên xwedî bi rûmet bisekine."
Salih El-Zewbai di dawiya axaftina xwe de berxwedana Hêzên Sûriyeyê Demokratîk, Hêzên Asayîşê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.
Piştî axaftinan endamên Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya 4 têkoşeran xwendin û radestî malbatên wan kirin. Her wiha nasnameya endamê Asayîşê Mihemed Salih El-Zewbai yê di 20’ê Hezîranê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de jiyanan xwe jidest dabû hat eşkerekirin.
Li ser navê malbata têkoşer Mihêdî El-Ehmed kurê apê wî Besam El-Ehmed, li ser navê malbata şervanê YPG’ê Ehmed El-Zeyid kurê apê wî Ehmed, li ser navê malbata Mihemed Mehmûd jî dayika wî Xedîce Elî û li ser navê malbata Emar hevalê wî axivin.
Malbatên têkoşeran gotin ku keç û xort wê heyf û tola şehîdan hilînin û ew bi zarokên xwe serbilind in.
Piştî axaftinan cenazeyên 4 têkoşeran di nava tilîlî û dirûşemeyan de hatin veşartin.