Cenazeyên 3 sivîlên li Elkê hatin qetilkirin hatin rakirin

Cenazeyên Ahmet Temel û kurê wî Behçet Temel ê ku ji ber topa hawanê ya leşkeran li mala wan ket jiyana xwe ji dest dan, ji bo bên veşartin şandin Elkê. Cenazeyê Alya Temel jî ber bi Edeneyê ve hat şandin.

Cenazeyên Ahmet Temel, kurê wî Behçet Temel û Alya Temel ên duh li Elkê ji ber topa leşkeran li mala wan ket jiyana xwe ji dest dan, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin wergirtin.

Cenazeyên Ahmet Temel û kurê wî Behçet Temel ber bi Elkê ve, cenazeyê Alya Temel jî ber bi Edeneyê ve hatin şandin.