Cenazeyên 2 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin hatin veşartin
Ji mirovên li Cizîrê ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatin qetilkirin cenazeyên 2 kesên din hatin veşartin.
Ji mirovên li Cizîrê ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatin qetilkirin cenazeyên 2 kesên din hatin veşartin.
Teşxîskirin û karê veşartina cenazeyên mirovên li Cizîrê ji ber êrîşên çekdarên rejîma Tirk jiyana xwe ji dest dan, dewam dikin.
Ji cenazeyên ji Cizîrê rakirin Rihayê, di encam testa DNA de nasnameyên Hamza Îdîm û Mehmet Kalayci eşkere bû.
Cenazeyên Îdîm û Kalayci duh anîn Cizîrê û danê sibehê li Goristana Asrî ya Cizîrê hatin veşartin.
Polîs û leşkerên Tirk ên di dema veşartina cenazeyan de goristan dorpêç kirin. Bi tenê destûr hat dayîn ku malbat tevlî merasîmê bibin.