Cenazeyên 12 şervanan ber bi Başûr ve hatin oxirkirin
Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di Pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest dan derbasî Başûr kirin.
Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di Pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest dan derbasî Başûr kirin.
Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên di Pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest dane derbasî Başûr kirin.
Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê bi armanca wergirtina cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên bi navê Zagros Çolemerg, Baran Barî, Têkoşîn Dêrsim, Rûbar Ozom, Dogan, Robîn Argêş, Newroz Êlih, Zîlan eytan, Agir Denîz, Bawer Jiyan Amed, Laşer Amed û Şêrzat Diyar ên di rojên cuda de di pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest dan, ji Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê wergirtin.
Girseya ku wêneyên cangoriyan hilgirtin û alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hilgirtibûn û bê navber dirûşmên dilsoziya bi berxwedana YPG/YPJ’ê re berz dikirin bi karwanekî wesayîtan ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalka ve derketin rê. Li Deriyê Sînor ê Sêmalka şervanên YPG/YPJ’ê merasîma leşkerî li dar xistin. Paşê li ser navê YPJ/YPG’ê yek ji fermandarên YPJ’ê Roza Dêrik, li ser navê Malbatên Şehîdan Serokê Desteya Kar û Barê Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo û li ser navê TEV-DEM’ê Merwan Xelîl axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser serketinên hêzên YPG/YPJ’ê yên dawî û hate gotin bi saya berxwedana têkoşeran Girê Spî û herêma derdora wê ji çeteyan hatiye paqijkirin. Di axaftinan de her wiha bang li hemû aliyan hate kirin ku xwedî li destketiyên şervanan derkevin û berxwedana wan mezin bikin.
Piştî axaftinan sicîlên şervanan hatin xwendin û radestî Saziya Malbatan hatin kirin. li ser navê malbatan jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan di Deriyê Sêmalka re derbasî Başûr hatin kirin. Wê cenazeyên şervanan ji wir jî derbasî Bakur bêne kirin û li cihê lê hatine dinê bêne definkirin.