Cenazeyê Leyla Yilmaz (Ronahî) ya PKK’ê di pevçûneke bi artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest dabû û li Dêrsimê hatibû definkirin, bi biryara dozgeriyê, ji aliyê malbata wê ve hat girtin û ji bo karên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Bav Yilmaz da zanîn ku ew wê bibe şopdarê têkoşîna keça xwe.
Cenazeyê Leyla Yilmaz (Ronahî) ya PKK’î ya di navbera salên 1994-1995’an de li bejahiya Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û wê demê li goristana Asrî hatibû definkirin, ji aliyê malbata wê ve hat girtin. Bi pêşengiya endamên MEYA-DER’ê re Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun û xizmên Yilmaz çûn ser gora ku cenazeyê Yilmaz jê hat derxistin.
EM Ê ŞOPDARÊ WÊ BIN
Bavê Leyla Yilmaz Ahmet Yilmaz, di axaftina li goristanê kir de diyar kir keça wî di 18’ê Adara 1995’an de li bejahiya Dêrsİmê jiyana xwe ji dest daye û ew ê şopdarê têkoşîna keça xwe be. Bav Yilmaz got: “Înşalah wê aştî bê vî welatî. Êş bi dawî bin û her kesên êşa zarokên xwe dikişînin, êşa wan bi dawî be.”
Piştî otopsiyê wê cenazeyê bibin Erdexanê.