Cenazeyê Sînbag ê hat qetilkirin hat rakirin
Cenazeyê Yakûp Sînbag ê li Farqînê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve ji taxê hat rakirin û ji bo otopsiyê birin Amedê.
Cenazeyê Yakûp Sînbag ê li Farqînê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve ji taxê hat rakirin û ji bo otopsiyê birin Amedê.
Li navçeya Amed Farqînê, ku qedexeya derketina derve di roja 8. de ye, cenazeyê Yakûp Sînbag ê li Taxa Tekelê ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin, danê sibehê ji aliyê malbatê ve, tevî dorpêçiya polîsan jî ji taxê hat rakirin. Cenazeyê Sînbag ji bo otopsî bê kirin, rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Diyarbakir Gazî Yaşargîl.