Cenazeyê Şervanê YPG’ê Varli anîn Rihayê
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Ramazan Varli yê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da anîn Rihayê.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ramazan (Şervan Elwendî) Varli yê ku di operasyona YPG’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de roja 21ê nîsanê li gundê Sirrinê jiyana xwe ji dest da, li Deriyê Sînor ê Mûrşîdpinarê ji aliyê malbata wî û endamên MEYA-DER’ê ve hatin wergirtin. Cenaze bi dirûşimên “Şehîd Namirin” anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştre şandin Rihayê. Cenaze li taxa Alîgor a Pirsûsê bi dirûşimên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şey Şehîd Xwîna te li Erdê namîne” hate pêşwazîkirin.
Cenazeyê Varli anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê, piştî karûbarên otopsiyê wê bibin navçeya Çinara Amedê û li wê derê bispêrin axê.