Cenazeyê şervanê YPG'ê Osman bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mezlûm Osman (Şahîn Kobanê) ê li Til Hemîsê di sala 2014'an de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mezlûm Osman (Şahîn Kobanê) ê li Til Hemîsê di sala 2014'an de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, cenazeyê şervanê YPG'ê Mezlûm Osman (Şahîn Kobanê) ê li Til Hemîsê di sala 2014'an de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenaze ji Nexweşxaneya Kobanê hat girtin û anîn Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li gundê Termîkê. Di dema merasîmê de girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û alên YPG/YPJ'ê hildan.
Li dû merasîma leşkerî ya li şehîdgehê, li ser navê rêxistina TEV-DEM'ê ya Girê Spî Selah Kobanê axivî û got, "Van lehengan pêkhateyên herêmê kirin yek. Em îro bi saya wan li vir kom bûne. Îro li dijî Rojava gelek komplo û plan têne kirin û pêwîst em bêhtir yekîtiya xwe xurt bikin. Em ê di şerê li dijî çeteyan de piştgiriyê bidin hêzên xwe û bi ser bikevin."
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê Arîf Kobanê jî ji malbata şehîd re sersaxî xwest. Kobanê, di kesayeta Şahîn de hemû şehîdên Îlonê yên berxwedana gundê Sûsik bibîr anî û got: "Em li hemberî mezinahiya wan bejna xwe ditewînin."
Dûre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed belgenameya şehadetê ya Şahîn Kobanê xwend û radestî malbatê kir.
Piştre cenaze di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên 'Şehîd namirin' de li goristanê hate veşartin.