Cenazeyê şervanê YPG’ê Gallagher şandin Başûr
Cenazeyê şervanê YPG’ê John Gallagher (Gabar Rojava) ê Kanadayî ku 4’ê Mijdarê di Operasyona Q-HSD’ê ya rizgarkirina başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest da, derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê, Herêmên Berav û Koçeratan bi armanca wergirtina cenaze li pêşiya Nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Di nava welatiyan de nûnerên rêveberiya xweser jî hebûn. Welatiyan al û sembolên Kurdî, wêneyên têkoşeran û wêneyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Piştî ku cenaze hat wergirtin, welatiyan bi karwanekî wesayîtan li nava bajar geriyan berê xwe dan Deriyê Sînor ê Sêmalka. Dema ku karwanê wesayîtan di gundan re derbas dibû ji aliyê şêniyên gundan ve bi tilîlî û dirûşman hati pêşwazîkirin.
Dema ku karwan gihişt deriyê sînor, merasîmek hat lidarxistin. Di destpêkê de merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayîşê ve hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG’ê Elî Dêrik axivî û di destpêka axaftina xwe de hemû têkoşerên azadiyê bi bîr anîn. Elî got: “Ji ber ku Şoreşa Rojava şoreşa rastî û mirovahiyê ye, şeravanên ji tevahiya welatên cîhanê berê xwe dan Rojava û tevlî berxwedanê bûn. Yek ji wan jî John Gallagher (Gabar Rojava) bû. Wî ji Kanadayê berê xwe da Rojava û li dijî çeteyên dij mirovahiyê şer kir.”
Di merasîmê de her wiha Serokê Desteya Şehîdan Rêzan Gulo jî axivî û sersaxî ji malbata Gabar Rojava re xwest û got ku Gabar ji bo şoreşa mirovahiyê jiyana xwe ji dest da.
Rêhevalê Gabar Rojava Egîd Swêd jî axivî û bal kişand ser berxwedana wî ya di çeperên şer de û berxwedana ya li hember çeteyên DAIŞ’ê.
Piştî ku merasîm bi dawî bû, Hevalên Gabar Rojava cenazeyê wî rakirin ser milên xwe û derbasî Başûrê Kurdistanê kirin. Cenaze dê ji wir jî ber bi Kanadayê ve bê şandin.