Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol anîn Rihayê
Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, anîn Rihayê.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, anîn Rihayê.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran) a 7'ê Mijdara 2014'an di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da û li Kobanê hatibû definkirin li ser daxwaza malbatê anîn Rihayê. Cenazeyê Bîngol li deriyê sînor ji aliyê malbat û MEYA-DER'ê ve hate girtin. Cenaze piştî hat girtin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, piştî karê ewil ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" şandin Rihayê. Cenazeyê Bîngol li navenda navçê bi dirûşma û nîşaneya serketinê hate pêşwazîkirin. Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Bîngol anîn Saziya Tipa Edliyê ya Rihayê.
Piştî karên otopsiyê wê cenazeyê Bîngol li navçeya Kopa Mûşê were definkirin.