Cenazeyê Şahîn hate wergirtin

Cenazeyê Ridvan Şahîn ê ku 19’ê Mijdarê li navçeya Rêzana Amedê şehîd bibû hate wergirtin.

Cenazeyê Ridvan Şahîn (Firat) ê ku 19’ê Mijdarê li Taxa Bagcilar a navçeya Rêzan a Amedê di çalakiyê de jiyana xwe dest dabû ji hêla malbatê hate wergirtin.

Malbata Şahîn ji bo wergirtina cenazeyê Şahîn ku piştî bûyerê rakiribûn Nexweşxaneya  Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî  Yaşargîlê, ji navçeya Erdîşê ya Wanê hatin û mînaka DNA’yê dabûn, bi hevgirtina testê jî cenazeyê zarokê xwe wergirtin.

Piştî karûbarên li nexweşxaneyê, malbat ber bi gundê Maçarus a navçeya Erdîşê ya Wanê bi rê ket.

Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Ridvan Şahîn (Firat) li gundê Maçarusê were veşartin.