Cenazeyê Hesen Elî Karakoç hate teşxîskirin
Cenazeyê gêrîlayê TKP/ML-TIKKO yê Hesen Elî Karakoç ê ku bi 3 hevalên xwe re di şerê Dersîmê de şehît bibûn, ji aliyê malbata ve hate teşxîskirin.
Cenazeyê gêrîlayê TKP/ML-TIKKO yê Hesen Elî Karakoç ê ku bi 3 hevalên xwe re di şerê Dersîmê de şehît bibûn, ji aliyê malbata ve hate teşxîskirin.
Di bombebarana 25’ê Mijdara li hemberê Herema Alîbogazî ya ku dikeve navbera Xozat, Çemîşgezek, Pilura navçeyên Dersîmê de cenazeyê gêrîlayê TKP/ML-TIKKO yê Hesen Elî Karakoç(Aşkin) ê ku bi 3 hevalên xwe re di şerê Dersîmê de şehît ketibûn, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Malbata Karakoç li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê cenazeye kurê xwe teşxîskirin.Di dema karûbarê teşxîskirina cenaze de MEYA-DER, malbatê tenê nehişt.
Malbat çû Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da.Piştî îfadeya li dozgerî û şûn de, cenazeye Karakoç radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê Karakoç ji bo defin bikin birin navçeya Xozatê a Dersîmê.