Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yagan hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Safet Yagan (Ronî Xelat) bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Li navçeya Mûş Gimgimê, di 17'ê Îlonê de bi hezaran leşkeran êrîşî "Şehîdgeha Ş. Îsmaîl û Ş.Ronahî" kiribû. Piştî êrîş vê carê balafirên şer bejahiya  herêmê bombebaran kiribû û gerîlayê HPG'ê Safter Yagan (Ronî Xelat) jiyana xwe ji dest dabû. 

Malbata Yagan, cenaze ji Saziya Tip a Edlî ya Meletiyê girt û bir Bedlîsê. Cenaze, li pêşiya navçeya Norşînê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin û piştre bi konvoyê ber bi gundê Tepevank a Xelatê ve bi rê ket. Cenaze piştî ku li gund jî hate pêşwazîkirin, li ser milan birin goristana gund. 

Cenaze bi duayan hate defin kirin. Piştî duayan Mele Muhammet Oral axivî û got "Hevrêyê me Safter Yagan ji komkujiyan re bêdeng nema û berê xwe da çiya." 

Piştre Nûnerê MEYA-DER'ê yê Bedlîsê Nîhat Karababa axivî û destnîşan kir ku Yagan, dema li hemberî êrîşa goristanê li ber xwe da, jiyana xwe ji dest da.

Piştî merasîma cenaze, weke kevneşopiya gundê Tepevankê, darek li ber serê Yagan hate çandin.