Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Koç li Dêrsimê hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îbîş Koç (Îsa Dêrsim) li Goristana Asrî ya Dêrsimê bi girseyî hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îbîş Koç (Îsa Dêrsim) li Goristana Asrî ya Dêrsimê bi girseyî hat oxirkirin.

Komek welatiyên Dêrsimê, cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îbîş Koç (Îsa Dersim) li Goristana Asrî bi merasimekê oxir kir. Di merasima cenaze de malbata Koç Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul, Hevseroka DBP’a Dêrsimê Melek Dolaz, rêveberên HDP, MEYA-DER jî amade bûn. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Koç ewil anîn Cemxaneya Dêrsimê û piştî wecîbeyên olî daxuyanî hat dayîn.

Hevseroka DBP’a Dêrsimê Melek Dolaz axivî û diyar kir ku Tevgera azadiya kurdan de têkoşînek bi rûmet tê dayîn û wiha got: “Rêhevalê me Îsa ji Dêrsimê heya Şengalê meşek bi rûmet pêk anî. Di vê têkoşînê de bi hezaran hevalên me şehîd bûn. Em soz didin ku heya dawî şopdarê têkoşîna wan bin.”

Hevseroka MEYA-DER a Dêrsimê Nurdoken Çetîndere jî diyar kir ku hevalê wan Îsa têkoşîneke bi rûmet daye û tevlî kervanê şehîdan bûye. Çetînkaya, got ku dê şopdarê têkoşîna wan bin. Piştî axaftinê kom heta Goristana Asrî meşiyan. Komê di meşê de siloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Rêheval Îsa nemir e” qêriyan.

Di meşê de pankarta “Rêheval Îsa nemir e” hilgirtin. Cenazeyê Koç li Goristana Asrî spartin axê. Dayika koç bi hêsiran hestên xwe anîn ziman. Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. Sersaxiya ji bo Koç dê li Harçîka Tokîyê 3 rojan bê qebûlkirin.

JI BO ŞERVANÊ YPG’Ê KONÊ SERSAXIYÊ HAT VEDAN

Ji bo şervanê YPG'ê Nurettin Kilgi (Hasan Şirvan) ku di şerê li Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû jî li Sêrtê konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê li pêş avahiya HDP'ê hat vedan. Li konê sersaxiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengê PKK'ê Mahsun Korkamaz, gelek gerîlayên PKK'ê û YPG'ê û alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hatin daliqandin. Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan, hevserokên HDP û BDP'ê rêveberên MEYADER û Meclisa Dayikên Aştiyê amade bûn. Di konê sersaxiyê de mamê Kilgin Haci Halit Kilgi anî ziman ku biraziyê wî şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye.