Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gonul bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Omer Gonul (Şoreş Gimgim) ji aliyê bi hezaran Kurdistaniyan ve bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Bi hezaran welatî li Gimgimê, cenazeyê gerîlayê HPG'ê Omer Gonul ê li ser rêya Kurudere ya Çewlik-Elezîzê di şerê 23'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Qeremêşê ya Gimgimê hat definkirin. Bi hezaran welatî li gundê Qerqepazarê kom bûn û cenazeyê Gonul peşwazî kirin. Welatiyan dirûşmên "Şehîd namirin" berz kirin. Esnafên Gimgimê jî dikan girtin û cenaze pêşwazî kirin. Girseya ku li gundê Qerqepazarê cenaze pêşwazî kir derbasî Gundê Qeremêşê bû. Karwana cenaze li gundê Qeremêşê jî ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Girseyê darbesta Gonul bi ala PKK'ê pêça û piştî merasîma olî bir goristana gund. 

Girseyê piştî cenazeyê HPG'î Gonul defin kir, rêz girtin û li ser goristanê axaftin hatin kirin. Bavê Gonul Metîn Gonul diyar kir ku kurê wî şehîdê Kurd û Kurdistanê ye û bila serê gelê Kurd sax be. 

Hevşaredarê Gimgimê ya DBP'î Giyasettîn Altûn jî diyar kir ku heta gelê kurd azadiya xwe bi dest bixe wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Altûn anî ziman ku gelê Kurd xwedî Rêber û berxwedan e û wiha got: "Heta dilopek xwîna me jî hebe em ê dest ji rêya azadiya gelê kurd bernedin." 

Piştî axaftinan girse ji ser gora HPG'î Gonul derbasî mala malbatê bû û sersaxî ji malbatê re xwest.