Di operasyonên ku ji aliyê artêşa Tirk ve li bejahiya navçeya Tetwanê ya Bedlîsê de gerîlayê HPG'ê Ridvan Demîragaç (Çekdar Şax) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Demîragaç li Goristana Sûphan hat definkirin.
Di operasyonên ku ji aliyê artêşa Tirk ve li bejahiya navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibû destpêkêrin û di encama şerê di navbera gerilayên HPG'ê û artêşa Tirk de qewimî bû, gerîlayê HPG'ê Ridvan Demîragaç jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin, cenazeyê Demîragaç ji morga nexweşxaneya Akkopru hat girtin û anîn navçeya Artemêt a Wanê. Cenazeyê Demîragaç ê ku bi konvoyek mezin a wesayîtan ve anîn Artemêtê ji aliyê bi hezaran welatiyan hate pêşwazîkirin. Li vir cenazeyê Demîragaç anîn Goristana Sûphanê. Li goristanê ji bo cenazeyê Demîragaç merasîmeke pêk hat. Di merasîma cenaze de Parlamenterê HPD Nadir Yildirim, rêveberên MEYA-DER, HDP, DBP, saziyên civakî û bi sedan kes amade bûn. Di merasîma cenaze de Hevserokê MEYA-DER'ê Îdrîs Şayban axivî û wiha got: "Hevrêyê me Ridvan wê her tim bê bîranîn. Hevrê Ridvan bi têkoşîna xwe qad li wan teng kir. Dijminê ku qad lê hatiye tengkirin ji ber wê ewqas har û hov bûye."
Parlamenterê HPD'ê Nadir Yildirim jî di merasîma cenaze de diyar kir ku di vê qada şer de her tim xwîna zarokên vî gelê tên rijandin û wiha got: "Ew hişmendî divê baş bizane xwîna ku rijandiye di nav wê de wê bifetise. Kîjan şêweyê bi kar bîne bila bîne, me vê di dîrokê de jî dît, her têk çûne. Em ê her tim di rêya gelê xwe de bimeşin."
Birayê Ridvan Demîragaç, Metin Demîragaç jî ev tişt anî ziman; "Me beriya 10 rojan kurapê xwe Ehmet Demîragaç defin kir. Îro jî me birayê xwe defin kir. Êşa me giran û kûr e, bila dijmin vê baş bizanibe hêrsa me li hemberî wan gelekî zêde ye."
Piştre cenazeyê Demîragaç bi merasîmekî hate definkirin. Girseya ku beşdarî merasîmê bû çû serdana konê sersaxiyê yê li Taxa Şebaniyeyê.