Cenazeyê gerîlayê HPG'ê bi awayekî girseyî hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Umît Alaca (Serhildan Karayazi) bi merasîmeke girseyî li warê xwe hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Umît Alaca (Serhildan Karayazi) ê li bejahiya gundê Kalebaşi yê navçeya Qers Qaxizmanê di şerê 19'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Qereyaziyê hat veşartin. Cenazeyê Alaca piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê hat wergirtin û bi konvoyeke ji sedan wesayîtan anîn navçeya Erzîrom Qereyaziyê.

Piştî nimêja li mizgefta taxa Gerê, cenazeyê Alaca li ser milê bi hezaran beşdarên merasîmê, bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" anîn goristana taxê. Di merasîma li goristanê de Parlamentera HDP'ê ya Erzîromê Seher Akçinar Bayar, Parlamentera HDP'ê ya Qersê Şafak Ozanli, Hevşaredarê Qereyaziyê Mehmet Saît Karabakan, rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER ên Qers û Ezîromê, tevî bi hezaran kesan amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Berdevkê MEYA-DER'ê Bedrettîn Kamiş li vir peyivî û got, "Li pêş şehîd Serhildan Karayazi em sozê didin hemû şehîdan. Em têkoşîna we dewr digirin."

Bavê gerîlayê HPG'ê Alaca, Abdullah Alaca jî beşdarên merasîmê silav kir û got, "Şehîd ne tenê şehîdê min e. Şehîdê me hemûyan e. Bila serê çar parçeyên Kurdistanê sax be."

Li dû axaftinan cenazeye Alaca li ber duayan hat veşartin û girseya gel derbasî konê serxweşiyê yê li taxê hat vedan, bû.