Cenazeyê gerîlayê HPG'ê anîn Kobanê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê anîn Kobanê

Cenazeyê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Remezan Semo yê bi nasnav Erdal ku di pevçûna li Çelê de jiyana xwe ji dest dabû, anîn bajarê Kobanê.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Remazan Semo (Erdal) ku di 19'ê cotmeha 2012'an de li navçeya Çelê ya girêdayî bajarê Colemêrgê di pevçûna di navbera gerîlayên HPG’ê û arteşa tirk de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin. Cenazeyê gêrîla Semo ku bi eslê xwe ji bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji Morga Nexweşxaneya Meletiyê hate girtin û di saetên êvarê de di Deriyê Sînor yê Cerablusê re derbazî Kobanê hate kirin.

Cenazeyê ku li vir ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate pêşwazîkirin, anîn navenda bajêr. Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Sîpan Ehmed diyar kir ku, wê cenazeyê Semo heta sibe (îro) li Nexweşxaneya Şehîd Sadiq ya Bajarê Kobanê bimîne. Ehmed destnîşan kir ku heke rê vekirî bin û bûyerên li Serêkaniyê bidawî bibin, ewê cenaze bibin Goristana Şehîd Rûstem a li gundê Berkevirê, lê ger ku rê girtîbin jî, ew dê cenaze li Goristana Şehîdan ya Kobanê bi merasîmeke girseyî bispêrin axê.