Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Taylan hat definkirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Tuba Taylan (Arjîn Amed) ku ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest da li ser wesayîta wê li Amedê hat definkirin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Tuba Taylan (Arjîn Amed) ku ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest da li ser wesayîta wê li Amedê hat definkirin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Tuba Taylan (Arjîn Amed) ku ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest da li ser wesayîta wê li Amedê hat definkirin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Tuba Taylan (Arjîn Amed) ku ji ber penceşêra pişikê jiyana xwe ji dest da li ser wesiyeta wê li Amedê hat definkirin. Taylan demek dirêje tedawiya penceşêra pişikê didît 8’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Taylan piştî wecibên olî li goristana Yanîkoyê ya li navçeya Rezanê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hat definkirin. Cenazeyê Taylan bi alên PKK û KCK’ê hat xemilandin û li ser milê jinan heta goristanê meşiyan. Di meşê de wêneyên Taylan hatin hildan û bênavber dirûşmên “Şehîd namirin”, “Rêya şehîd rêya me PKK partiya me ye”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin. MEYA-DER, endamên rêxistina DBP’ê Amedê, endamên rêxistina HDP’ê ya Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Yenîşehîr û Peyasê, malbata Taylan û bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî definkirinê bi xwendina sirûda “Çerxa şoreşê” ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
Di merasîmê de Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku ew li ber têkoşîna ku Taylan meşandiye bejna xwe ditewînin û wiha got: “Taylan li dijî zilma pergal û zilaman ji bo têkoşînê çû ser çiyayên azad û têkoşîna azadiyê da. Em ê her tim di rêya wan de bimeşin û ala wan bilind bikin.”
Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek anî ziman ku Taylan di rêya rûmetê de jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: “Em bi têkoşîna ciwanê wek Taylan gihîştine van rojan û em ê rêya wan bişopînin.”
Bavê Taylan Omer Taylan jî diyar kir ku keça wî şehîda Kurdistanê û gelê kurd e û wiha got: “Min keça xwe îro kir bûka Amedê.”
Piştî axaftinan li Mala Şînê ya Temira şîn hat danîn.