Cenazeyê gerîlaya YJA Star Nûda Cizîrî anîn Silopiyayê
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Sumeyye Abak (Nûda Cizîrî) ya Gulana 2015'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû anîn Silopiyayê.

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Sumeyye Abak (Nûda Cizîrî) ya Gulana 2015'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû, anîn Silopiyayê. Piştî ku malbata Abak cenaze ji Başûrê Kurdistanê wergirt anîn Deriyê Sînor ê Xabûr. Piştî kar û barên fermî li gel Hevşaredarê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr, Hevserokê HDP'ê yê Silopiyayê Alî Balin gelek welatiyan cenazeyê Abak li ber deriyê sînor pêşwazî kir û ji bo pêşotopsiyê ber bi navenda bajêr ve bi rê ketin. Piştî ku cenazeyê Abak gihişt navenda bajêr gelek welatî derketin ser Rêya Îpekê û balkonên xaniyan bi tilîlî û çepikan cenazeyê gerîlaya YJA-Starê pêşwazî kirin.
Cenazeyê Abak ji aliyê gelek welatiyan ve li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê hat pêşwazîkirin. Piştî ku li vir ji aliyê Dozgeriya Silopiya ve pêşotopsî hat kirin û cenazeyê gerîlaya YJA-Starê ji bo otopsî were kirin ber bi Amedê ve hat oxirkirin.
Hate zanîn ku piştî otopsiya li Tipa Edlî ya Amedê wê cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Abak sibe li Cizîrê bê definkirin.