Cenazeyê gêrîla Ozçîçek hate definkirin

Cenazeyê gêrîla Ozçîçek hate definkirin

Cenazeyê gêrîla Aytekîn Ozçîçek (Rojhat Amed) yê ku di teqîna li nêzî Qereqola Angulê (Duru) jiyana xwe ji dest da şevê din hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Aytekîn Ozçîçek (Rojhat Amed) yê ku di 24'ê mijdarê de di teqîna li dijî Qereqola Angulê ya navçeya Lîceyê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da şevê din ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn navçeya Erxenî ya Amedê.

Cenazeyê gêrîla Ozçîçek piştî merasîma li navçeyê li Goristana Gulbaran a Erxeniyê hate definkirin. Cenazeyê gêrîla Ozçîçek duh li bejahiya navçeya Lîceyê ya Amedê ji ailyê welatiyan ve hatibû dîtin û bi karwanekî qelebalix bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "PKK gele gel li vire" biribûn nexweşxaneya navçeyê.

Karwana cenazeyê gêrîla Ozçîçek di ketin navçeya Lîceyê rastî êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê û leşkeran hatibû. Ligel êrîşa leşker û polîsan girseyê cenaze teslîmî leşkeran nekir û cenaze bi karwanî biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Lîceyê. Li ber nexweşxaneyê jî polîsan êrîşî girseyê kir û camên nexweşxaneyê hatibûn şikandin.