Cenazeyê gerîla Erdal ji aliyê hezaran ve hate definkirin

Cenazeyê gerîla Erdal ji aliyê hezaran ve hate definkirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG Remezan Semo (Erdal) ku di pevçûna li Çelê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Remazan Semo (Erdal) ku di 19'ê cotmeha 2012'an de li navçeya Çelê ya girêdayî bajarê Colemêrgê di pevçûna di navbera gêrîlayên HPG’ê û arteşa tirk de jiyana xwe ji dest dabû, pêr ji Bakûrê Kurdistanê anîbûn bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê. Cenazeyê gêrîla Semo ku bi eslê xwe ji bajarê Serêkaniyê, duh ji Nexweşxaneya Şehîd Sadiq a Kobanê hate girtin û ji bo ku bê definkirin ji aliye girseyek qelebalix ve ber bi bajarê Dirbêsiyê ve hate birêkirin.

Cenazeyê gêrîla Erdal duh li daketina bajarê Tiltemir bi girseyî merasîma leşkerî hate pêşwazîkirin. Pişî merasîmê girseyê cenazeyê gêrîla Erdal li ser milan heta navenda bajêr bir û piştre jî ber bi gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê ve oxir kir.

Cenazeyê gêrîla Erdal ku şevê din anîbûn Nexweşxane Dirbêsiyê îro ji aliyê hezaran kesan ji nexweşxaneyê hate girtin û li nava kolanên bajêr hate gêrandin. Piştre cenaze ber bi gundê Berkevirê ve hate oxirkirin, di rê de karwana cenaze li gundên Çetelê û Qermanê ji aliyê gundiyan ve bi sloganan hate pêşwazîkirni.

Cenaze li gundê Berkevirê li Goristana Şehîd Rûstem bi merasîmekê hate definkirin. Di merasîma ku nêzî 30 hezar kes beşdar bûn de, li ser navê TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Gel a Dirbêsiyê û Partiya Çep a Kurdî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li ser rola “Şehîdan” a di têkoşîna azadiyê de hate rawestîn.

Di axaftinan de her wiha li ser rola YPG’ê ya ji bo parastina destkeftiyên gel hate rawestîn û berxwedana Serêkaniyê hate silav kirin.

Merasîma ku sloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin qêrîn piştî definkirina cenaze, bidawî bû.