Cenazeyê gerîla Erdal bi merasîma leşkerî hate pêşwazîkirin

Cenazeyê gerîla Erdal bi merasîma leşkerî hate pêşwazîkirin

Cenazeyê gerîla Remezan Semo yê bi nasnav Erdal ku di pevçûna li Çelê de jiyana xwe ji dest dabû û 2 roj beriya niha anîbûn Kobanê, li Tiltemir bi merasîma leşkerî hate pêşwazîkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Remazan Semo (Erdal) ku di 19'ê Cotmeha 2012'an de li navçeya Çelê ya girêdayî bajarê Colemêrgê di pevçûna di navbera gerîlayên HPG’ê û arteşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, pêr ji Bakûrê Kurdistanê anîbûn bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê. Cenazeyê gerîla Erdal ku bi eslê xwe ji bajarê Serêkaniyê ye, duh ji Nexweşxaneya Şehîd Sadiq ya Kobanê hate girtin û ji bo ku bê definkirin ji aliye girseyek qelebalix ve ber bi bajarê Dirbêsiyê ve hate birêkirin.

Cenazeyê gêrîla Erdal li daketina bajarê Tiltemir bi girseyî merasîma leşkerî hate pêşwazîkirin. Pişî merasîmê girseyê cenaze gêrîla Erdal li ser milan heta navenda bajêr bir û piştre jî ber bi gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê ve oxir kir.

Cenazeyê gêrîla Erdal, dê îro li Goristana Şehîd Rûstem a li gundê Berkevirê yê girêdayî Dirbêsiyê bê definkirin.