Cenazeyê Fermandarê BOG’ê Guler nadin malbatê

Malbat û hevalên Fermandarê Biryargeha Rojava yê BOG’ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, ji bo cenaze werbigirin çûn Pirsûsê. Lê cenaze radestî malbatê nehat kirin.

Cenazeyê Fermandarê Biryargeha Rojava yê Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) ê dema şoreşa Rojava diparast jiyana xwe ji dest da, nedan malbatê.

Malbata Guler, endam û rêveberên Partiya Şoreşger ji bo wergirtina cenaze çûn Pirsûsê.

Tevî ku malbatê serlêdanên pêwîst kir jî cenaze radestî malbatê nekirin. Malbat hê jî li Pirsûsê ye.

Parlamenterê Riha yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan, duh bi Waliyê Riha Îzzettîn Kuçuk re hevdîtin pêk anî. Walî Kuçuk ji Ayhan re got: “Biryara Desteya Wezîran heye, wê destûr nedin cenaz bê derbaskirin.”

Ayhan têkildarî mijarê diyar kir ku bi mehane destûr nadin cenaze ji Rojava bên derbaskirin. Ayhan wiha dewam kir: “Heta îro bi biryara Desteya Wezîran a hê nîşanî me nedane, hat gotin ku wê destûr nedin cenazeyê Azîz Guler bê derbaskirin. Lê weke me berê jî got, ti sedemeke hiqûqî û însanî ya vê qedexeyê nîne. Ji bo ev pêkanîn û biryara keyfî rabe em ê heta dawiyê têbikoşin.”