Cenazeyê endamê YPG’ê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin

Cenazeyê endamê YPG’ê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin

Cenazeyê endamê YPG’ê Avdilhemîd Mehemed Bekir (Ciwan) ku di 22’ê Mijdarê de li Serêkaniyê di pevçûna bi komên çete re jiyana xwe ji dest dabû, bi beşdariya hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Evdilhemîd Bekir ku duh ji Serêkaniyê anîbûn Ocaxa Tenduristê ya Dirbêsiyê, ji aliyê hezaran kesan ve li ser milan li nava kolanên bajêr hate gerandin û piştre bi karwanek ji gelek wesayîtan pêk dihat birin gundê wî Girê Reza. Cenazeyê Bekir ku li gund bi tîlîliyan hate pêşwazîkirin, birin mala malbata wî û piştre jî dîsa bi karwanekê ber bi Goristana Şehîd Rûstem ya li gundê Berkevirê ve hate birêkirin. Karwan li gundê Tiltişrîn ku piranî ereb lê dijîn bi çepikan hate pêşwazîkirin. Şêniyên gund her wiha piştgiriya xwe ji bo YPG’ê anîn ziman.

Piştî karwana cenaze gihiştî gundê berkevirê, girseyê cenaze li ser milan bir Goristana Şehîd Rûstem. Merasîma cenaze bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mehemed Xetîb axaftinek kir û diyar kir ku, ew dê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin. Birayê Evdilhemîd Bekir Mehmud Bekir jî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku, birayê wî ji bo azadkirina herêmên kurdî canê xwe feda kiriye û ew bi wî serbilindin. Bekir bang li ciwanan jî kir ku tevlî YPG’ê bibin û parastina herêmên xwe bikin.

Li ser navê TEV-DEM’ê jî Leyla Bişar jî di merasîmê de axivî û siyaseta hikûmeta AKP û Serokwezîrê wan Recep Tayyîp Erdogan şermezar kir. Bişar anî ziman ku, Tirkiye bi şandina van komên çete ya Serêkaniyê re dixwaze aramiya herêmê xirab bike û bang li hemû partî û aliyên Kurd ên siyasî kir da ku li dijî van planan bihîstiyar bin.

Piştî axaftinan cenazeyê endamê YPG’ê Bekir, li rex gorên Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê, 2 endamên YPG’ê, endamek asayîşê û endamê Mala Gel ku wan jî di encama êrîşa komên çete de jiyana xwe ji dest dabûn, hate veşartin.

Evdilhemîd Bekir di sala 1987’an de li gundê Girê Reza yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ji dayîk bû. Bekir ku piştî destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê tevlî hêzên parastinê YPG’ê bibû, di 22’ê Mijdarê de li Serêkaniyê di encama êrîşa komên çete de jiyana xwe ji dest da.