Cenazeyê 12 şervanan anîn Silopiya
Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ'e û cenazeyê şervana YJA-Starê Yagmur Tekdal (Sarya Amara) ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.
Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ'e û cenazeyê şervana YJA-Starê Yagmur Tekdal (Sarya Amara) ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.
Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ'e û yek jî cenazeyê şervana YJA-Starê Yagmur Tekdal (Sarya Amara) ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê.
Cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ'ê ku di cih û dîrokên cuda de di hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan û Şervana YJA-STAR'ê Yagmur Tekdal (Sarya Amara) ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê Silopîyê. Piştî ku endamên MEYA-DER û malbatan cenazeyên şervanên YPG-YPJ'ê Terfa Coko (Tekoşîn Dersîm), Nurettin Albayrak (Ozgar Dogan), Şahabettin Say (Bawer Jiyan Amed), Şahin Ulubay (Baran Barî), Nesim Taşkan (Robar Ozîm), Kubra Polat (Zîlan Înan), Nazim Harmanci (Zagros Colemêrg), Îsmaîl Hakki Kol (Robîn Argeş), Sevgi Durmuş (Newroz Êlih), Naîm Akgul (Agir Denîz), Mustafa Turgay (Laşêr Amed), Abdulkadir Durgun (Şerzat Diyarbaz) ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane ji Deriyê Sînor yê Sêmalka wergirtin û anîn Deriyê Sînor yê Xabûr. Şervana YPJ-STAR'ê Yagmur Tekdal (Sarya Amara) ku di 22'ê mijdara 2011'an li Garê di operasyona dewleta tirk ya hewayî de jiyana xwe ji dest dabû jî ji aliyê endamên MEYA-DER û malbatê ve anîn Deriyê Sînor yê Xabûrê. Piştî kar û barên fermî li gel Parlementerên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Aycan Îrmez, hevşaredarên herêmê, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê yên herêma Şirnex, endamên MEYA-DER, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl bi hezaran welatiyan li ber deriyê sînor cenazeyên şervanên YPG/YPJ û Şervana YPJ-STAR'ê bi tilîlî, çepik û dirûşma, "Şehîd namirin" pêşwazî kirin.
Piştî pêşwazîkirina li ber deriyê sînor, cenazeyên her 13 şervanan li gel kerwanek ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi navenda bajêr ve birê kirin. Di rêde ajokarên kamyon û TIR'an bi qorneyan û nîşaneyên serkeftinê kerwanê cenazeyan pêşwazî kir. Li bajaroka Tilqebîn-Wehsit û taxa Avaşîn jî welatî derketin ser Rêya Îpekê û bi diruşmeya, "Şehîd namirin" cenaze pêşwazî kirin. Piştî ku kerwanê cenazeyan gehişt navenda bajêr, esnaf û gelê Silopî derketin ser balkon û Rêya Dîrokî ya Îpekê û kerwanê cenazeyên şervanên YPG/YPJ û YJA-STAR'ê pêşwazîkirin. Bi sedan welatî heya Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî bi kerwanê cenazeyan re meşiyan.
Piştî ku kerwanê cenazeyan gihişt nexweşxaneyê jinan cenazeyên şervanên YPJ û YJA-STAR'ê ciwanan jî cenazeyên şervanên YPG'ê hildan ser milê xwe û bi tilîlî, çepik û diruşmên, "Şehîd namirin û "Ey şehîd rêya te rêya me ye" birin cihê otopsîyê.
Hate hînbûn ku piştî pêşotopsiyê heyet dê ji bo otopsiyê were Nexweşxaneya Dewletê ya Silopîyê. Piştî otopsiya Silopî, cenazeyên Şervana YPJ'ê Coko li Mêrdînê, Şervanê YPG'ê Dorgun li Amedê, Şervanê YPG'ê Akgul li Colemêrgê, Şervanê YPG'ê Albayrak li Qersê, Şervana YPJ'ê Dogmuş li Êlihê, Şervanê YPG'ê Say li Amedê, Şervanê YPG'ê Ulubay li Bedlîsê, Şervanê YPG'ê Harmanci li Colemêrgê, Şervanê YPG'ê Taşkan li Sêrtê, Şervanê YPG'ê Turgay li Amedê, Şervanê YPG'ê Kol li Silopî, Şervana YPJ'ê Polat li Sêrtê û Şervana YJA-STAR'ê Tekdal li Amedê werin definkirin.