Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku ketiye roja 48’emîn û got; “Greva birçîbûnê ku ketiye roja 48’an rasterast bi êrîşên qirkirina siyasî yê hikûmeta AKP’ê re girêdayî ye. Kesên herî polîtîk ên kurdan niha di zindanê de ne. Bi vî awayî xwest ku kesên polîtîk bêbandor bihêle. Berxwedana zindanê bi aliyekî ve bersiva vê polîtîkayê ye.” Bayik bang li hemû hêzên demokratîk kir ku li dora vê berxwedanê bibin yek û têkoşînê bilind bikin.
Endamê Konseya Rêveber KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya bi sernavê “Jiyana Kurdan berxwedane” de ku di rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin, bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê û got; “Gelê kurd xwedî li vê berxwedanê derdikeve; divê bêhtir xwedî lê derkeve. Bi taybetî divê ciwan xwedî lê derkeve. Ne tenê bakurê Kurdistanê, hemû parçeyên Kurdistanê divê bi awayekî xurt piştgiriyê bide vê berxwedanê. Tenê daxuyanî ne bes e; Di serî de ciwan û jin divê li her derê Kurdistanê her kes rabin ser piyan.” Nivîsa Bayik wiya ye:
“Dewleta tirk ji bo çewisandina kurdan herî zêde rêbaza îşkenceya li qereqolê û avêtina zindanê bi kar tîne.Ji bilî komkujiyê herî zêde van rêbazan bi kar aniye. Endamekî malbata kurd ku li qereqolê îşkence nedîtiye û neavêtine zindanê tune ye. Li ser kurd zilm û avêtina zindanê ewqasî zêde ye.
Kurd tijekirina zindanan wekî qirkirina siyasî bi nav dike. Niha li cîhanê herî zêde li Tirkiyeyê girtî hene. Hejmara herî zêde kurd in. Tirkiye di mijara girtiyên siyasî de tenê bi xwe re pêşbaziyê dike. Tirkiye kengî hişyariyeke siyasî derdikeye holê zindanan bi kurdan tijî kiriye. Ji bo koka kurdên zana rake wan avêtiye zindanê. Di salên 1980’ê û 1990’an de salên ku zindanan bi kurdan tijî kirine. Di salên dawî de ji ber pêşketina serhildan û berxwedanê dîsa zindanan bi kurdan tijî kirine.
Greva birçîbûnê ku ketiye roja 48’an rasterast bi êrîşên qirkirina siyasî yê hikûmeta AKP’ê re girêdayî ye. Kesên herî polîtîk ên kurdan niha di zindanê de ne. Bi vî awayî xwest ku kesên polîtîk bêbandor bihêle. Berxwedana zindanê bi aliyekî ve bersiva vê polîtîkayê ye. Berxwedana siyasî ya demokratîk a Kurdistanê di zindanan de tijî bikin an nekin ev yek aşkera kirine. Berxwedana li Îmraliyê û li çiyê tê meşandin ew jî li cihê ku têde dimînin tevli wê bûne. Nîşan dane ku ev êrîşên qirkina siyasî jî nikare wan ji têkoşînê qut bike.
Niha siyasetmedarên demokratîk gelek jê di zindanê de ne. Dîsa rojnameger di zindanê de ne. Bi dehan şaredar di zindanê de ne. Berxwedaneke wisa ya li hemberî AKP’a ku dixwaze koka kurdên zana bikole asayî ye. Zorê dane siyasetmedarên demokratîk ku têkevin berxwedaneke bi vî rengî.
Bêguman ev berxwedan bi şertên nû pêşketina kevneşopî û ruhê 14’ê Tîrmehêye. Gelek caran hatiye dîtin ku bi tijîkirina zinadanan nikarin berxwedanê têk bibin. Herî kêm berxwedana zindanê ya ev 30 sal in didome li holê heye. Ev rewş îsbat kiriye ku zihniyeta siyasî ya hikûmeta AKP’ê ji zihniyeta 12’ê îlonê ne cudatir e. Di 12’ê îlonê de zindan bi kurdan tijî kirin û bi vî awayî xwestin vîna siyasî bişkînin; AKP jî niha heman armancê dimeşîne. Çawa ku faşîzma 12’ê îlonê rastî berxwedanê hatiye, wê hikûmeta AKP’ê jî rastî heman berxwedanê bê.
Êdî ji bo kurdan berxwedana li çiyê, bajar, zindan, metropol û li derve tune ye; her der qada berxwedanê ye. Jin, zarok, ciwan, pîr herkes di nava berxwedanê de ye. Heta azadî û demokrasiyê bi dest bixin hemû jiyana kurdan bûye berxwedan. Êdî ji bo kurdan jiyaneke bê berxwedan koletî û mirine. Ji xwe niha kesên ku vê berxwedanê dimeşînin şopdarên Kemal Pîr ê ku ji jiyanê bi qasî di riya wê de mirine hez dike ne. Li cihê ku ruhê Kemal Pîr hebe ma mirov dikare ji zilmê re bêdeng bimîne? Ma dikare li ber xwe nede? Li gorî ku nikarin ruhê Kemal Pîr ji zindanan bavêjin, kesên ku kurdan avêtine zindanê wê sekna Kemal Pîr li pêşberî xwe bibînin.
Ev berxwedan raperîna wijdanê nû yê kurd û wijdanê azadiya nû ye. Wê bi hezaran kurdên ku di zanebûna azadiyê de ne bavêjin zindanan û wê ji wan bêdengiya li hemberî vê zilma ku li kurdan dikin bixwazin! Ma ev mumkun e? Bendewariya ku bi hezaran siyasetmedar li hemberî vê zilmê bêdeng bîmine, bêagahdariya ji dîroka berxwedana zindanê û dîroka azadiya kurdan e. Kurd herî kêm bi berxwedana bênavber a ku ev 40 sal in dimeşîne re nasname û ruhekî nû wergirtiye. Hikûmeta AKP’ê li hemberî berxwedana ku li zindanan tê meşandin hêrs bûye. Li kesên ku xwedî li vê berxwedanê derdikevin hêrs dibe. Ji ber ku berxwedan zindan têkbiriye; ev bûye yê hemû civaka kurdan. Ji xwe berovajî vê yekê nedihate hêvîkirin. Ji ber ku ev berxwedana zindanan a ku 30 sal in dimeşe her tim gelê li derve jî xistiye nava tevgerê. Êdî karektereke berxwedana zindanê yê wisa heye. Ji ber ku ev berxwedan di bingeha xwe de bi têkoşîna azadiya gelê kurd re girêdayî ye. Ji ber ku gelê kurd vê yekê dizane her tim bi berxwedana zindanan re bûye yek.
Li Îmraliyê yê berdewam dike berxwedana zindanê ye. Ev berxwedan îro berxwedana li hemû Kurdistanê bi pêş dixe. Di vî alî de divê mirov berxwedanên zinadanan tenê girêdayî zindanan û wê li zindanan bimîne nebîne. Bi taybetî ev milyonana kesî dixe nava tevgerê û bi tevgera azadiyê re girêdayî be aşkera ye ku wê bi zinadana re tenê bi sînor nemîne.
Gelê kurd xwedî li vê berxwedanê derdikeve; divê bêhtir xwedî lê derkeve. Bi taybetî divê ciwan xwedî lê derkeve. Ne tenê bakurê Kurdistanê, hemû parçeyên Kurdistanê divê bi awayekî xurt piştgiriyê bide vê berxwedanê. Tenê daxuyanî ne bes e; Di serî de ciwan û jin divê li her derê Kurdistanê her kes rabin ser piyan. Ji ber ku berxwedêrên zinadanan biqasî rûmeta gelê kurd in, wijdanê gelê kurdan in jî. Gelê kurd li hemberî ev mirovên egît ên ku wijdan û rûmeta gelê kurd in, berpirsyariya wan a wijdanî heye. Kêsên li van girtiyan xwedî dernekevin, piştgiriyeke xurt nedin wan wijdan û exlaqa xwe winda kirine. Ji ber vê yekê ji bo her kes berpirsyariya xwe ya wijdanî û exlaqî bi cih bîne li her derê ji bo serkeftina vê berxwedanê têkeve nava tevgerê.
Aliyeke raya giştî ya Tirkiyeyê ketiye nava tevgerê. Bi pêşengiya demokratên radîkal xwedîderketinek heye. Helwesta Yaşar Kemal girîng e. Yaşar Kemal sembola hevpar a yekîtiya gelê kurd û gelê tirk e. Yekbûna gelê kurd û raya giştî ya demokrat a Tirkiyeyê ya li derdora berxwedana zindanê, dibe ku bibe yekbûn û tevgerîna tevgera demokrasiya Tirkiyeyê ye. Di vî alî de têkoşîna dora berxwedana zindanan girîng e.
Berxwedana zindanê wê hêzên demokrasî ya rast a Tirkiyeyê ji kîjan hêzê pêk bê derxist holê. Kongreya Demokratîk a Gelan vê hêzê bêhtir bi pêş bixe, dikare demek nû ya têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê bide destpêkirin. Berxwedana zindanan di aliyekî de mirov dikare siyaseta Tirkiyeyê ya ku xitimiye bi vê sekna yekitiya hêza demokratîk veke û wisa bibîne. Di aliyekî de ev çalakiyeke ji bo hêzên demokrasiya Tirkiyeyê têkevin nava tevgerê ye. Heke li Tirkiyeyê siyaset ne xitimiya çalakiyek bi vî rengî jî nediket rojevê. Em vê berxwedanê bihêzkirina berxwedana demokratîk a şoreşgerî di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de wekî hemleya demokratîkbûna Tirkiyeyê dibînin. Em bangî hemû hêzên demokratîk li dora vê berxwedanê bibin yek û têkoşînê bilind bikin, dikin.”