Çemê Xabûr gihişt Hesekê
Tirkiyeyê ava Çemê Xabûr berda. Baskê çem ê li Hesekê di demeke kurt de tijî bû.
Tirkiyeyê ava Çemê Xabûr berda. Baskê çem ê li Hesekê di demeke kurt de tijî bû.
Ava Çemê Xabûr a ji aliyê Tirkiyeyê ve hat berdan vê sibehê saet 05.00 gihişt baskê Hesekê. Li hin deveran ku av bilind bû, gel pirên ku YPG’ê berê ji bo tedbîrê çêkiribûn bi kar tîne. Bi taybet pira di navbera Kellasi û Neşwa ya YPG’ê bi armanca Taxa Neşwa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike ava kiribû tê bikaranîn.
DI ALIYÊ ÇANDIYÊ DE BI BANDOR E
Çemê Xabûr ku di aliyê çandiyê de bandoreke wê ya zêde heye, 23’ê Sibatê dewleta Tirk li ser daxwaza çeteyên DAIŞ’ê berdabû, ji ber zêdebûna ava çem, 300 gundiyên Asûrî yên li aliyê Til Temir asê mabûn, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin. Bi dehan gundî hatibûn qetilkirin.
Gundiyên li ber qeraxa Çemê Xabûrê diyar kirin ku ev nêzî 15 sal e av evqasî bilind nebibû.