Çemê Firatê ji aliyê jinên Kurd ve tê parastin
Di Şoreşa Rojava de pêngava YPG/YPJ'ê ya paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Çemê Firatê yê di nava Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe jî, di bin kontrola jinên Kurd de ye.
Di Şoreşa Rojava de pêngava YPG/YPJ'ê ya paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Çemê Firatê yê di nava Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe jî, di bin kontrola jinên Kurd de ye.
Di Şoreşa Rojava de pêngava YPG/YPJ'ê ya paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Çemê Firatê yê di nava Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe jî, di bin kontrola jinên Kurd de ye. Ji Fermandarên YPJ'ê yên Eniya Rojhilat Delîla Devrîm da xuyakirin, ku yek ji du çavkaniyên jiyanî yên Mezopotamyayê Çemê Firatê, tevî ku di erdnîgariya Kurd lê dijîn de derbas dibe bi sedan salan ji aliyê împaratorî û dewletên cuda ve hatiye talankirin û got, "Jinên Kurd ên şervan xwe weke hêza parastina hemû jinên cîhanê dibînin. Û di heman demê de xwe weke hêza parastina xwezayê dibînin. Hemû bedewiyên Çemê Firatê niha ji aliyê şervanên jin ên YPJ'ê ve tên parastin."
Hêzên YPG/YPJ'ê yên bi berxwedaneke mezin a li Kobanê re êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ'ê şikandin, herêma heta Çemê Firatê kontrol kirin û bi berxwedana xwe re bala cîhanê kişandin ser xwe. Ji fermandarên YPJ'ê Delîla Devrîm ev bexwedan vegot: "Operasyonên paqijkirina Kobanê li gundan hînê dewam dikin. Di nava bajêr de derfetên me yên avêtina avê kêm bûbû û me li qadeke teng parastina xwe dikirin. Lê belê hemû cîhan şahidê vê ye; Li Rojhilata Navîn di serî de Kurd hemû gelên bê parastin bi komkujiyê re rû bi rû ne. Bi destê vê rêxistina bi navê DAIŞ'ê xwestin di destpêkê de Kobanê têk bibin. Şerê DAIŞ'ê yê li hemberî me, ji destpêkê heta dawiyê şerekî psîkolojîk bû. Niha DAIŞ ji hêzên YPG/YPJ'ê ditirse. Di pêngava paqijkirina gundan a me ji Kobanê heta navçeya Şiyoxê dan destpêkirin de, hemû şervanên me bi awayekî fedaî eniya rojava ji DAIŞ'ê paqij kirin."
Fermandara YPJ'ê Delîl Devrîm diyar kir ku yek ji çavkaniyên jiyanî yên xaka Kurdistanê Çemê Firatê, piştî bi sedan salan cara yekemîn e ketiye bin kontrola Kurdan û got, "Çemê Firatê niha ji aliyê jin û ciwanên Kurd ve tê parastin. Nikare were gotin ku Kurdan di rêveçûna dîrokê de Çemê Firatê yê axa Kurdistanê şîn dike, kontrol kiriye. Her çend li ser Çemê Dîcleyê gelek împaratoriyên Kurd çêbûn jî, li ser Çemê Firatê ev yek nikare bê gotin. Ji ber vê yekê bila dîrok vê binivîsîne; Çavkaniya jiyanê ya vê xakê Çemê Firatê ji aliyê jinên Kurd ve tê parastin. Êdî ti hêz wê nikaribe li ser Çemê Firatê yê di Kurdistanê re derbas dibe, bibe serdest. Em dixwazin destnîşan bikin ku ti hêz nemaye me ji xaka me ya pîroz veqetîne."
Delîla Devrîm da xuyakirin ku li hemberî polîtîkayên koçberkirina Kurdan a di bin navê Kembera Ereb de, ew jiyana bi hev re ya gelan esas digirin û destnîşan kir ku ew ê êrîşên komkujiyê yên DAIŞ'ê li hemberî nîjad û baweriyên cuda dike, pûç bikin.
Devrîm anî ziman ku li navçeya Şiyoxê bi giranî Ereb dijîn, lê beşeke mezin a gundên derdorê ji Kurdan pêk tê û got, "Em alîgirê jiyaneke wekhev û azad a gelên Kurd û Ereb in. Heta niha Kurd her tim hatin binpêkirin, qetilkirin. Kurd niha bi têkoşîna wekheviyê ya ji bo gelên Rojhilata Navîn re, dersa mirovahiyê dide cîhanê. Me ti carî bi çavê dijminahî li gelên ku beriya 5-6 mehan DAIŞ'ê dijminatiya li hemberî me li ser wan ferz dikir, nenihêrî. Em, ji bo jiyaneke bi hev re ya hemû gelên li Rojava di nava hewldanan de ne. Em niha li pêşberî Cerablûsê di çeperan de ne. Piraniya gelê Cerablûsê Ereb e. Lê belê DAIŞ li wê derê, her kesê serî li ber natewîne, bîat nake, bi mirinê ceza dike. Cudahiya di navbera me de ev e."